'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin' 2022-09-02 09:06:25 AMED - Endamê DÎAY-DER'ê ya bi KHK'ê hatibû girtin Mele Hecî Qadah bilêv kir ku desthilata AKP'ê dîn li gor berjewendiya xwe bi kar tîne û meleyên piştgiriyê didin vê desthilatê jî zilma wê rewa dikin û got: "Dema şerê Efrîne di mizgeftan de dua dihatin xwendin. Ew meleyên ku piştgiriyê didin vî şerî ne li gor emrê xwedê li gor olek din tevdigerin."   Li Tirkiyeyê di her warî de qeyran hene. Ji aliyekî ve gel ji ber qeyrana aborî nikare debara xwe bike, ji aliyê din ve jî ji ber bêedaletiyê di serî de malbatên girtiyan li her derî welatî çalakiyan li dar dixin ji bo edaletê. Lê li gel ev qas pirsgirêkan jî desthilata AKP-MHP'ê di ya xwe de israr dike û hewl dide bi dîn û nijadperestiyê desthilatdariya xwe bidomîne. Têkildarî vê em bi endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya  Dîndaran (DÎAY-DER) a bi Biryarnameya di Hikme Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Melê Hecî Qadah re axivîn.   ‘AKP BI DÎN GEL DIXAPÎNE’   Mele Hecî Qadah bilêv kir ku desthilata AKP'ê dînê îslamê li gor berjewendiya xwe bi kar tîne û bi vê helwestê jî zirareke herî mezin dide dîn. Qadah diyar kir ku tu eleqaya dînê îslamê û kiryarên AKP'ê bi hev re tune ye û wiha got: “Desthilata AKP li gor neteweya xwe olek din ava kir.  Hemû dewlet li gor berjewendiya xwe olê bi kar tînin.  Lê tu kes wekî desthilata AKP'ê olê bi kar naynê. Desthilata AKP'ê bi olê gel dixapîne. Dibêjin em ê kurdan qetil bikin, bavêjin girtîgehan, ji kar derxin. Yanî li ser navê dînê îslamê hem kuştine, hem girtine û hem jî bi birçîbûne gel terbiye dikin. Ji bilî tirkan, çerkez, laz an jî neteweyek din gava doza mafê xwe dikin wan jî wekî kurdan qetil dikin. Tu têkiliya vê yekê û ola îslamê bi hev re tune ye. Ew kesên ku ji xwe re dibêjin şêx û mele jî li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxin.”   ‘MELEYÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN AKP'Ê ZILME MEŞRÛ DIKIN’   Bi domdarî Qadah balkişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojava û got, dema li cihekî destkêftiyên kurdan çêdibin û kurd jî dixwazin wekî mirovan bijîn Tirkiye di cî de êriş dike. Qadah anî ziman ku ev yek di dînê îslamê de tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema şerê Efrîne di mizgeftan de dua dihatin xwendin. Ew meleyên ku piştgiriyê didin vî şerî ne li gor emrê xwedê li gor olek din tevdigerin. Yanî wan li hemberî ola Xwedê olek din ava kiriye. Tu mafê wan tune ku êrişî axek din bikin. Li vir jî dema kurd doza mafê xwe dikin, wan davejin girtîgehan. Dayikek 85 salî ji bo ku mafê xwe dixwaze ew avêtin girtîgehê. Dînê îslamê dibêje kî neheqî û zilmê bike hûn dikarin li hemberî wî rabin. Lê ew meleyên ku di mizgeftan de dua dixwînin, berevajî vê yekê li gel kesên ku zilmê dikin tevdigerin û vê zilme meşrû dikin.”   ‘DEV JÎ EVDÎTIYA XWEDÊ BERDANE BÛNE EVDÊ DEWLETÊ’   Di dawiya axaftina xwe de Qadah destnîşan kir ku di dîn de tu cudahiya neteweyan tune û got, heke li cihekî xizanî û zilm hebe li wir ol ji holê radibe. Qadah axaftina xwe bi va gotinan bi dawî kir: “Dema kurd mafê xwe dixwazin ji wan re dibêjin terorîst. Lê Xwedê di ayetên xwe de dibejê heke, destdirêjayî mafê kesekî, civakikê an jî neteweyekê were kirin û ew civak jî li ber vê yekê rabe divê tu kes ji wê civakê re nebe asteng û di roja qiyametê de jî ezabê kesên li hemberî zilmê rabûne tune ye. Ezabê kesên ku zilmê dikin heye. Lê îro kesên ku ji xwe re dibêjin em misilman in, şêx û mele li pey dewletê ne. Dev ji evdêtiya Xwedê berdane, bûne evdê dewletê.