ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN 2022-09-02 09:00:07     * Lijneya Îdarî û Çavdêriyê Girtîgeha Bolûyê derbarê girtiyan de pêşiyê bi hinceta ewlehiyê mafê sohbetê bi 3 kesan re sînordar kir, pişt re bi hinceta “Cihê hewadarkirinê sohbet tê kirin” derbarê girtî û hikûmxwaran de biryara “girtî û hikûmxwar dê ji bi sohbetê ji qawişên xwe neyên derxistin” da.   * Siyasetmedar Bahattîn Gunel diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê li dijî pergala heyî muxalefeteke rast bike û got: "Teqez dê welêt bibe welatekî ku bindest, kêmnetewe û jin bi awayekî azad lê bijîn."   * Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya EHP'ê Hakan Ozturk diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê çareserkirina pirsgirêkên welêt e û got, "Nexşerêya ku dê di vê mehê de eşkere bikin amade ye."   * Endamê DÎAY-DER'ê ya bi KHK'ê hatibû girtin Mele Hecî Qadah bilêv kir ku desthilata AKP'ê dîn li gor berjewendiya xwe bi kar tîne û meleyên piştgiriyê didin vê desthilatê jî zilma wê rewa dikin û got: "Dema şerê Efrîne di mizgeftan de dua dihatin xwendin. Ew meleyên ku piştgiriyê didin vî şerî ne li gor emrê xwedê li gor olek din tevdigerin."   * Fuat Yalçin, birayê girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 26 sal in girtiye, diyar kir ku nexweşînên giran li birayê wî peyda bûne, lê dîsa jî nayê berdan. Yalçin ji bo rewşa girtiyên nexweş bang kir: Ev pirsgirek a hemû civakê ye. Heta gel xwedî li girtîgehan dernekeve û piştgiriyê nede dê tu encamek bi dest nekeve."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 543’emîn de ye.    * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)   * Şandeya ku ji nûnerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê, ÎHD, OHD û Baroya Îzmîrê pêk tê wê piştî bi rêveberiya Girtîgeha Kiriklarê re axivîn daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.30)   * Rêxistina HDP’a Stenbolê wê têkildarî berdana Muhammet Eren Sutçu yê di 28’ê Kanûna 2021’an de bi çeke êrişî avahiya Bahçelîevlerê kiribû û 2 kes birîndar kiribûn de wê bi daxuyaniyeke li Taxa Şirînevlerê bidin, şermezar bikin. (19.00)