Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin 2022-09-01 18:44:44   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Silopiyayê di mîtînga 1’ê Îlonê de axivî, destnîşan kir ku aştî bêyî têkoşînî pêk nayê û got: “Hemû gelên li Tirkiyeyê, demokrasîxwaz û edaletxwaz divê li dijî şeran rabin. Divê em mezintirîn tifaqa dijî şer ava bikin."    Mitînga bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê de tê lidarxistin dest pê kir. Mitînga aştiyê ku li Qada Newrozê ya navçeya Silopiyayê bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e. Aştiyê biparêze” tê pîrozkirin dest pê kir. Li qada mitînga ku bi alên HDP’ê hate xemilandin pankartên “Li dijî şer serî rake jiyana azad ava bike”, “Rêxistibûyîna jinê azadîya jinê ye”, “Girtîyên siyasî rûmeta me ne”, “Dayîk rê nadin şer!”, “Aştiyeke birûmet nebe berxwedaneke mezin heye” û “Em li dijî şer têkoşîna aştiyê mezin dikin” hatin daliqandin.  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Rêxistina Şirnexê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.   TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê bi pankarta "Dewleta zayendperest dê hesabê jinên qetilkirî bide" ketin qada mîtîngê. Jinan bi hilgirtina wêneyên jinên hatin qetilkirin dirûşmeyên “Jin jîyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.   Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di mîtîngê de axivî. Sancar diyar kir ku gelê Botanê heta roja îro gelek zehmetî kişandiye. Sancar destnîşan kir ku gelê Botanê tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe berdewam kiriye û got, ji Melayê Cizîrî heta Orhan Dogan, ji Sevê heta Pakîze û Fatma bi hezaran kes diyarî gelê kurd kirine.   ‘LI DIJÎ ŞER EM AŞTIYÊ DIPARÊZIN'   Sancar diyar kir ku peywira wan a ewil ew e ku li hemberî her cure şer û polîtîkayên şer rabin û wiha got: “Binêrin, çima em ê li dijî şer rabin? Şer, êş e, wêranî ye, hêsir e, çavkaniya sereke ya hemû texrîbatan e. Polîtîkayên şer zirarek mezin daye vî welatî. Şer, di heman demê de talan e, zulm e, şêlandin e, xizanî ye. Dema ku şer dest pê dike, feqîr winda dikin, çend dewlemend qezenc dikin. Dema ku ciwan û zarokên feqîran di şeran de dimirin, çend baronên şer serwetê li serweta xwe zêde dikin. Ji ber vê yekê, şer di heman demê de çavkaniya xwarinê ya pergala kedxwariyê ye, polîtîkayên şer jî wiha ne. Şer, di heman demê de sedema çetebûyînê û rizandinê ne jî. Em careke din bînin bîra xwe bê helwesta bi elwehîparêziyê ya li hemberî meseleya kurd bûye cihê rûxandinek çawa. Talan, kedxwarî, şêlandin û bi hezaran winda hene, çetebûyîna dewletê heye."   TIFAQA LI DIJÎ ŞER   Sancar ku got, "Şer dirizîne, şer çeteyan peyda dike" wiha pê de çû: "Îro em di her kêliyê de rastî îfşayên nû û îtîrafên nû tên. Cardin çetebûyîn, cardin împaratoriyek sûc a mafyayî mafyayê hatiye avakirin. Kengî? Di 2015'an de, piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû. Îro kêlî bi kêlî pîsîtî dertên holê. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku bi feraseta şer nêzî pirsgirêka kurd dibin. Her wiha hewl didin şêlandinê, çetebûyînê û planên şer li herêmê belav bikin û bi vê ser ser wan bigirin. Li vir, li wî aliyê sînor  li dijî gelê kurd amadekariyên şer tên kirin. Li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dewam dikin. Desthilata heyî dixwaze van hemûyan mezin bike. Da ku temenê kedxwariya xwe bidomîne û ser van qirêjiyên xwe û kedxwariya xwe binixumîne. Ev desthilat bi polîtîkayên şer li ser pêyan e. Lewma em dibêjin hemû gelên li Tirkiyeyê, demokrasîxwaz û edaletxwaz divê li dijî şeran rabin. Divê em mezintirîn tifaqa dijî şer ava bikin."   'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ TÊKOŞÎNA ÇARESERIYÊ YE'   Sancar bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ku piştî 7 salan di kîsikekî de radestî bavê wî hatibû kirin û got: "Rizandinek wiha rû dide ku êdî tu nirxeke exlaqî jî îfade nake, ji lew re nirxên exlaqî binpê dikin û unsûrên baweriyê yên herî sereke tune dihesibînin. Sancar got: "Ger di meseleya kurdî de çareseriyeke demokratîk hebe, em baş dizanin dê aştî bê vî welatî. Têkoşîna aştiyê, di heman demê de têkoşîna çareseriyê ye. Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ye, têkoşîna azadî û wekheviyê ye. Bêyî demokrasî, azadî û wekheviyê aştî ne pêkan e. Lewma em dibêjin em li her derî demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê biparêzin. Em di meseleya kurdî de çareseriya siyasî biafirînin."    BANGAWAZÎ   Sancar di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê rêya ber bi komara demokratîk ve diçe vebe û hemû astengî rabin û got: "Ev desthilat li dijî kurdan bi polîtîkayên nefret û dijminatiyê li ser pêyan e, vê yekê jî bi polîtîkayên şer û berberîbûnê dike. Lewma werin em bi hev re li ber rabin. Em têkoşînê mezin bikin, ji bo aştî, demokrasî û azadiyê em wekhevî û edaletê biparêzin."    Axaftina Sancar dem bi dem bi berzkirina dirûşmeyên "Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re" û “Bijî zindana amed” hat qutkirin.   Piştî axaftina Sancar hunermend Kadîr Çat çû ser dikê. Girseyê li ber stranên Çat govend gerand.