Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê 2022-09-01 16:44:24 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û hat diyarkirin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd rê li ber şer û binpêkirina mafan vedike û parastina aştiyê heq e.    Îro 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Di çarçoveya rêzeçalakiyên vê rojê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de peyamên li dijî şer parastina aştiyê derket pêş û daxwaza bingehîn a sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî azadî bû.    Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li bajarên wek Amed, Êlih, Agirî, Sêrt, Enqere, Stenbol, Hatay daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd rê li ber şer û binpêkirina mafan vedike û parastina aştiyê heq e.