Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin 2022-09-01 09:45:15   AMED - Zulfu Yildirim ê ji sedî 96 astengdar bû û hat girtin, 10 roj jê re mabû bê berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tevî Yildirim hişyariya “Ez bi mirinê re rûbirû me” kiriye jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin.    Zulfu (Îbrahîm) Yildirim ê di 13’ê tebaxê de li Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an ji ser pêpelûkan ve ketiye û serê wî li erdê ketiye û ji ber ambulans dereng hatiye jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku Yildirim terkî mirinê hatiye kirin.    Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê ya 2’yemîn 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yildirim birîbû û ew di sala 2012’an de hat girtin. Yildirim di meha 10’emîn de ji ber pirsgirêkên xwe yê tenduristiyê hat berdan. Di vê navberê ji ber ûr di serê wî de hebû du caran emeliyat bû û carek jî ji ber dilê xwe emeliyat bû. Dadgeha Bilind cezayê Yildirim erê kir û di cotmeha 2017’an de dîsa hat girtin. Li gel nexweşîna dil û du caran ji mêjiyê xwe emeliyat bûbû û gelek nexweşînên din lê hebûn û ji sedî 96 astengdar e jî wî şandin girtîgehê.    TEDAWIYA WÎ NEHATIYE KIRIN    Yildirim nikaribû bê gopal li ser xwe here û were û ew bi alîkariya hevalên xwe girtîgehê xwe li ser pêya digirt. Li girtîgehê her ku çû rewşa Yildirim xedartir bû û di sala 2018’an de xwest ji ber nexweşînên wî cezayê wî bê taloqkirin. Li ser vê yekê wî sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Xarpêtê kirin û nexweşxaneyê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da Yildirim. Lê belê ji ber îzolasyona vîrûsa koronayê di 4 mehên dawî de tedawî û kontrola tenduristiyê ya Yildirim nehat kirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide du hefte berê bi kuxika wî re xwîn jî hatiye û her çiqas wî di 8’ê tebaxê de birin nexweşxaneyê jî carek din vegerandin girtîgehê.    ‘BI MIRINÊ RE RÛBIRÛ HATIME HIŞTIN’    Yildirim ji bo berdana bi şert ku cezayê wî dikeve binê salekî wî sewqî Girtîgeha Depê ya K1 kirin. Yildirim ji bo berdana bi kontrol serî li rêveberiya girtîgehê de lê belê daxwaza berdana wî hat redkirin. Yildirim di daxwaznameya xwe ya serlêdanê de hişyariya “Ez bi mirinê re rûbirû mame. Her kêliya ku diçe xetereya mirina min zêde dibe û terkî mirinê têm kirin. Dewlet bi her awayî ji ewlehiya min û tenduristiya canê min berpirsiyar e” dike.    LÊFERZKIRINA POŞMANIYÊ    Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê “poşmantiyê” li Yildirim ferz dike û ji ber ku Yildirim nabêje “ez poşman im” berdana wî tê redkirin û her çiqas serî li Dadgeha Xarpêtê daye jî tu encam negirtiye.    DIKEVE Û DERBE DIXWE    Yildirim ê ku daxwaza wî ya berdana bi kontrol hat redkirin, wî sewqî Girtîgeha Xarpêtê Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an kirin. Yildirim beriya berdana xwe bi 10 rojan ji pêpelûkê ve dikeve û serê wî li erdê dikeve, derbê dixwe û di 13’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.    TERKÎ MIRINÊ HATIYE KIRIN    Parêzerê Yildirim, Firat Taşkin diyar kir ku tevî rapora miwekîlê wî ya ji sedî 96 hebûye jî ew terkî mirinê hatiye kirin. Taşkin got miwekîlê wî bêgopal nikaribû bimeşe û her çiqas daxwaz kir ku bi şertê kontrola serbest bê berdan jî lê daxwaza wî hat redkirin. Taşkin da zanîn ku nexweşînên Yildirim serdest bûn û êdî wî bêzar kiribûn. Taşkin anî ziman ku ew bi alîkariya hevalên xwe girtîgehê li xwe dinêrî û di demên dawî de li kantînên girtîgehan şimikên singêr û ku dişemitin tên firotin. Taşkin got miwekîlê wî jî ji ber ev şimik di lingê wî de bûye şemitiye ketiye erdê û derbe xwe xwariye û bûye sedema mirina wî.    Parêzer Firat Taşkin   AMBÛLANS 25 DEQÎQE DERENG HATIYE    Taşkin anî ziman ku xemsariya li dijî Yildirim roja ku miriye jî dewam kiriye û ew li ser pişta xwe ji pêpelûkan ve dikeve û 25 deqîqe ambulans dereng tê wî radike nexweşxaneyê. Taşkin got ev jî xemsariya rêveberiya girtîgehê nîşan dide. Taşkin diyar kir ku daraz, girtîgeh û nexweşxane ji mirina Yildirim berpirsiyar in û ew ê derbarê endamên Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê, midûrê girtîgehê, bijîşkê revîrê û endamên heyeta Desteya Tenduristiyê ya Zanîngeha Firatê de gilî bike.