ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-01 09:00:12     * Hevseroka SES'ê ya Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglû diyar kir ku nexweş nikarin ji bo dermankirinê randevûyê bigirin û got, polîtîkayên desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê.   * Hevserokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku rojane 56 hezar û 457 metrekup ava qenalîzasyonê diherikê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye û xwest devê robaran bê fîltrekirin, dawerivandinên biyolojîkî bên kirin û bermayiyên malê ji hev bên derxistin.    * Jinên ku li Hala Tomerîfiroşan û Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê di şert û mercên giran de dixebitin û bi tacizê re rû bi rû dimînin, li gel hemû zor û zehmetiyan jî bal kişandin ser hêza hevgirtinê.   * Li Goristana Bêkesan a Colemêrgê 9 gor û 12 kêlikên goran ên bi hejmarên cuda hene. Ji van goran, li ser 3'yan jê 6 kêlikên bi hejmarên cuda hene. Ev yek dibe cihê wê şik û gumanê ku di her gorekê de 2 cenaze hene.    * Hazal Kaygisiz a 72 salî ku ji bo kurê xwe yê nexweşiya penceşêrê pê re heye tev li Nobeta Edaletê bû wiha got: “Zarokên me saxlem girtin, hemû di girtîgehê de nexweş bûn. Bi çarlepkan be jî em ê li zarokên xwe xwedî derkevin.”   * Lêkolîner Fîgen Aras destnîşan kir ku di avakirina civaka exlaqî û polîtîk de aştî gelek bi qîmet e û got: “Dema ku em li bingeha şer dinêrin em rastî tifaqa desthilat a mêr tên, dema em bingeha şeran dinêrin em tifaqa sermayedaran dibînin. Ji ber wê divê hemû jin, hemû nasname xwedî li 1’ê Îlonê derbikevin.”   * Zulfu Yildirim ê ji sedî 96 astengdar bû û hat girtin, 10 roj jê re mabû bê berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tevî Yildirim hişyariya “Ez bi mirinê re rûbirû me” kiriye jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin.    * Çalakiya Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 542’emîn de berdewam dike.   * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)   * Danişîna Doza Kobanê ku 20 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd lê tên darizandin wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Çalakiyên Nobetên Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin hatine destpêkirin wê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Baroya Amedê derbarê vekirina sala nû ya edlî de dê li ber edliyeyê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Li Wan, Şirnex, Îzmîr û Enqereye we bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitîng bên li dar xistin û li Amedê jî wê bi awayekî girseyî daxuyanî bê dayîn. (13.00-19.00) ZINDÎ   * Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li gelek bajaran , daxuyanî, meş û kursuyên serbest bên li darxistin. (11.00-19.00)