Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan 2022-08-31 21:42:25   STENBOL- Muhmmed Eren Sutçu ku ji ber bi çekê êriş biribû ser Rêxistina HDP'ê ya Bahçelîevlerê û 2 kes birîndar kiribûn hatibû girtin, hat berdan.    Muhammed Eren Sutçu ku bi çekê êriş biribû Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevler a Stenbolê û paşê bi sûcê "gefa bi çekê", "heqaret" û birîndarkirina bi çekê" hatibû girtin, hat berdan. .   Danişîna ewil a dozê di 7'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 7'an a Bakirkoyê hatibû lidarxistin. Dadgehê ji ber tiştên Sutçu bi wan tê tawanbarkirin biryar dabû ku dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin. Piştî vê dosye ji Daîreya Ceza ya 13'an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê re hatibû şandin.    Daîreyê biryar dabû ku divê Dadgeha Cezayê Giran li dosyeyê mêze bike. Dadgeha Cezayê Giran a 18'an a Bakirkoyê ku dosye jê re hat şandin, dema girtinê ya Sutcu esas girt û biryara berdanê da. Her wiha dadgehê cezayê hepsa malê yê Sutcu jî betal kirin û danişînê taloqî 7'ê Kanûnê kir.