Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin 2022-08-31 18:14:32     ÎZMÎR – Platforma Aysel Tûglûk û Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo piştevaniya bi girtiyan nexweş re qertên piştevaniyê ji girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê re şandin.   Platforma Aysel Tûglûk û Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, qertên ku ji bo piştevaniya bi girtiyên nexweş re amade kiribûn ji PTT'ya ya Karşiyakayê ji girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê re şandin. Beriya şandina kartan li ber avahiya PTT'ê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de ku nûnerên partiyên siyasî ji piştgiriya wê kirin, pankarta li ser "Em çav û guhên girtiyên nexweş in" nivîsandî hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeyên "Aysel Tugluk rûmeta me ye", "Bijî berxwedana Zindana" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin berzkirin.   Li ser navê platformê endama platformê Leyla Kaygisiz daxuyanî xwend.   BANGAWAZÎ   Kaygisiz diyar kir ku ew welatî li hundir û derve êdî bi zorê nefesê distînin û got, ji xeynî berxwedanê ya li dijî pêkanînên di asta şermkirina mirovahiyê de tu şansekî wan tune ye. Kaygisiz got: “Desthilat û daraza di bin banê wê de ku ji bo gendelî, bertîl, sextekarî, tundî û kuştinê deng ji xwe naynin, bibiryar in ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû bihêlin. Wekî di mînaka Aysel Tûglûk de jî eşkere ye ku tevî raporê rêxistin serbixwe jî, Saziya Tiba Edlî ya ku wekî notera desthilatê tevdigere û dadgeh mafê dermankirinê binpê dikin. Ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan em careke din bang li desthilata siyasî dikin; Dest ji sûcên li dijî mirovahiyê berdin! Mafê dermankirinê nas bikin! "Mirinan rawestînin."    ‘EM DIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN'   Kaygisiz mirina girtiyan bibîr xist û diyar kir ku ew bi pêvajoyeke komkujiyê re rû bi rû mane. Kaygisiz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji bo rawestandina komkujiyê têdikoşin û em bang li her kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê. Em li derve dibin dengê têkoşîna 3 girtiyên ku li  Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em dengê girtiyên ku mafê jiyanê diparêzin dibihîzin! Em şahid û hevparê têkoşîna wan in! Em van qertan ji wan re dişînin da ku em hestên xwe yên hevgirtinê ragihînin. Em raya giştî ya ku wijdanê wê kor nebûye vedixwînin hevgirtinê."