Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan 2022-08-31 15:49:33   MÊRDÎN - Faîlê ku tecawizî zaroka 14 salî kiribû bi parastina “rezayê” hat berdan.    Li navçeyek Mêrdînê Î.Y. (18) tecawizî zarokek 14 salî kir. Bûyer di rojên derasbûyî de qewimîbû. Zarokê tiştên ku hatine serê wê ji malbata xwe re vegot. Li ser vê yekê giliyê faîl hat kirin û bûyer bi vî rengî derket holê. Li ser gilîkirinê faîl hat binçavkirin. Di telefona faîl de dîmenên kêliya tecawizê jî hatin bidestxistin. Î.Y. dî îfadeyên ku dabû emniyet û dozgeriyê de jî li xwe mikûr hat ku tecawiz kiriye.    Piştî karûbarên binçavkirinê dozgerî, Î.Y. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Bersûc di parastina xwe ya dadgeriyê de jî li xwe mikûr hat û parastina zarok “li ser rezaya xwe bû” kir.    Dadgeriyê bi şertê ku Î.Y. hefteyê carek biçe qereqolê îmze bide biryara berdanê da.    Malbata zarokê û dozgeriyê li dadgeha bilind îtîrazî berdana Î.Y. kir.