‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’ 2022-08-31 15:00:04   WAN - Baroya Wanê û OHD’a Wanê diyar kirin ku dewama girtina Makbûle û Hadî Ozer binpêkirina maf e û xwestin girtiyên nexweş tavilê bên berdan.   Baroya Wanê û Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê têkildarî rewşa berdewamiya girtina Makbûle Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer li avahiya baroyê daxuyanî dan. Rêveber û endamên Baroyê, OHD û ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha rêveberên TUAY-DER û Komeleya Jinan a Starê jî piştgirî dan daxuyaniyê.    ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar diyar kir ku lazim e Makbûle û Hadî Ozer bên berdan û ev malbat bi awayek dijhiqûqî li girtîgehê tên ragirtin. Ûçar anî ziman ku divê tenê ne malbata Ozer pêwîste tevahiya girtiyên nexweş tavilê bên berdan.    NIKARIN LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNIN   Daxuyaniya ku ji bo Makbûle Ozer û hevjînê wê hatibû amadeirin Hevseroka OHD’a Wanê Ebrû Demîrtepe xwend. Demîrtepe got wan di 26’ê tebaxê de bi Makbûle û Hadî Ozer re li girtîgehê hevdîtin kirine û ji ber hem ew extiyar in û hem jî nexweş in nikarin li girtîgehê bijîn û divê ew demildest bên berdan.    BÊHIQÛQÎ Û CIHÊKARΠ   Demîrtepe anî ziman ku wan ji bo her du miwekîlên xwe serî li gelek saziyên pêwîndedar dane lê heta nih hemû serlêdanên wan bêencam mane û ragirtina wan di girtîgehê de bêhiqûqî ye. Demîrtepe anî ziman ku ji ber Makbûle Ozer nikaribûye xwe bi zimanê xwe bîne ziman bi cihêkariyê re rûbirû maye û yasaya li dijî cihêkariyê hatiye binpêkirin. Demîrtepe da zanîn ku rewşa Makbûle û Hadî Ozer ne li gorî şert û mercên girtîgehê ye, ji bo bigihîjin mafê xwe yê tenduristiyê divê tavilê berdan.