Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin 2022-08-31 14:34:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, dîmenek li ser talankirina darên li Efrînê ku di bin serweriya Tirkiyeyê û komên girêdayî wê de ye weşand.     Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) vîdeoya komkujiya li Efrînê ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye weşand. Di dîmen de tê dîtin ku darên li derdora gola li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê tên birîn. Darên tên birîn jî li qemyonekê tên barkirin.    Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, Tirkiyê ji destpêka ku herêm xistiye bin serweriya xwe ve di nav de 32 hezar darên zeytûnê 44 hezar dar birîne.