Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin 2022-08-31 13:44:37   RIHA - Derbarê Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne cara 15’emîn bi îdiaya “heqaret kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Nobed ket roja 541’emîn.     Derbarê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya di roja 529’emîn a çalakiyê de “heqaret kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber lêpirsînê malbat serê sibehê li gel parêzerên xwe çûn Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û carek din îfade dan. Emîne Şenyaşar li Midûriyeta Polîsan mafê xwe yê neaxaftinê bikar anî.    Ji parêzerên malbatê Nîhat Çîftçî diyar kir ku lêpirsîn ji bo ku peşkê li Nobeda Edaletê bixe hatiye destpêkirin û lêpirsînek bêqayde ye hatiye amadekirin.    Malbat piştî îfade da ji bo di roja 541’emîn de Nobeda Edaletê bigire berê xwe da ber Edliyeya Rihayê.    LÊPIRSÎNA LI SER LÊPIRSÎNÊ    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Xerabiya herî mezin ku bi dayikekê bê kirin, kuştina ewladên wê ye. Li nexweşxaneyê du ewladên wê û hevjînê wê hatin qetilkirin. Lawek wê jî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreya hefsê de girtî ye. Derbarê dayika ku edaletê digire de jî lêpirsîna li ser lêpirsînê tê derstpêkirin. Dayê îro jî li emniyetê îfade dide.”    Beriya niha jî 14 lêpirsîn derbarê Emîne Şeyaşar de hatibûn destpêkirin. 5 lêpirsîn jî derbarê lawê wê Ferît Şenyaşar de hatin destpêkirin.