Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin 2022-08-31 13:24:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku di çarçoveya operasyona Kampa Holê de 5 ji wan endamên DAIŞ’ê 11 kes hatine binçavkirin.   Operasyona bi navê "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî DAIŞ’ê bi piştgiriya, HSD'ê, YPG’ê û YPJ’ê di 25’ê tebaxê de li Kampa Holê daye destpêkirin di roja 7’emîn de berdewam dike. Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate ragihandin ku 5 ji wan endamên DAIŞ’ê yên di şaneya veşartî de 11 kes hatine binçavkirin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hêzên me piştî ku agahî girtin li Kampa Holê cihên hin şaneyên DAIŞ'ê hene, îro derdora saet di 04.00’an de bi ser beşa yekemîn a kampê de girtin. Hêzên me 5 ji wan endamên DAIŞ’ê yên di şaneya veşartî de 11 kes binçav kirin. Lêpirsîna 6 kesên bi gumana têkiliya wan bi DAIŞ'ê re heye, dewam dike. Dema lêpirsîna van kesan bi dawî bibe wê encam bê aşkerakirin.”