Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye 2022-08-31 10:43:19       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah  diyar kir ku li  Herêma Kurdistanê ewlehiya siyasetmenderan nemaye û got: “Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Herêma Kurdistanê van kuştinan pêk tîne. Kujerên li ser navê Tirkiyeyê li vir hikûmeta herêmê ye."   Li Herêma Federe ya Kurdistanê bi êrişên Tirkiyeyê re pêvajo veguherî pêvajoya şer. Li herêmê li gel kûrbûna aloziya aborî ya li herêmê pirsgirêkên navxweyî û sûîqestên li dijî  siyasetmedarên kurd ên li herêmê dewam dikin. Li Herêmê li dijî siyasetmedarên kurd êrişên sûîqestê berdewam dikin. Siyasetmedar Zekî Çelebî yê ji bajarê Wanê herî dawî di 18'ê gulanê de di kargeha xwe de di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Piştî 3 meh di ser qetilkina Çelebî re derbas bû, vê carê jî endamê Tevgera Azadî Mamoste Şemal (Suheyl Xurşîd Ezîz) li Kifrî li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.    Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li ser êrişa çekdarî ya li dijî endamê wan Mamoste Şemal û sûîqastên li siyasetmedarên herêmê pêk tên ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah   'SIYASETMEDAR TÊN ARMANCKIRIN’    Ebdullah da zanîn ku Mamoste Şemal bi 5 guleyan hatiye qetilkirin û ev agahî dan: "Di 28’ê tebaxê de saet 13.30’an mamoste Şemal dema vedigeriyaye malê li ber deriyê mala xwe bi 5 guleyan hate qetilkirin. Di kamerayên ewlehiyê yên li herêmê de 2 kesên ku rûyê wan vekirî hene. Lê belê ji bo girtina van kujeran tu hewldaneken asayîşê nîne. Ji ber wê jî heta niha tu kes nehatiye girtin. Êdî ewlehiya vê herêmê nemaye. Siyasetmedar, komên demokratîk û sazî û partiyên din ên di qada têkoşînê de çalak in, ji bo ewlehiya xwe û malbatên xwe serî li dewletên derve didin. Hikûmeta herêmê ji bo berjewendiyên  xwe yên şexsî herêm vegûherandiye qada terorîzmê. Terorîzma li vê derê dibe sedemê van bûyeran. Ev der yek ji wan cihan e ku îstîxbarata Îran û Tirkiyê herî lê zêde ye. Ev her du dewlet, siyasetmedarên ku li herêmê tedikoşin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin wekî asteng dibînin. Li herêmê têkoşîna demokratîk ji xwe re weke astengî dibînin. Ji ber vê yekê teror li vir pêş dikeve û siyasetmedarên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dibin hedefa wan."   'KUJER LI VIR HIKÛMET E'   Ebdullahî diyar kir ku di her êrişa li dijî siyasetmendereke herêmê de hikûmeta Herêmê li pişt heye û got: “Dewleta Tirk dixwaze ku li Musulê Mîsak-î Milli pêk bîne. Dewlet bi awayeke aşkere jî  dibêje ku pêwîste li Mûsilê peymana xwe ya netewî pêk bîne û di vê çarçoveyê de xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Şehîd mamoste Şemal yek ji têkoşerên têkoşîna azadiyê ye û ev nêzî 30 sal in bênavber têdikoşe. Ew dîroknas û erdnîgarekî jêhatî bû, di pirtûkên xwe de hebûna Kurdistanê li Kerkûk û Mûsilê bi zelalî nivîsandiye. Ji ber vê yekê bû hedef. Erdogan bi êriş û kuştina siyasetmedaram herêmê wêran dike. Lewma Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Herêma Kurdistanê van kuştinan pêk tîne. Bi salane li Tirkiyeyê li dijî kesên têkoşer ev çalakiyên terorê pêk anî ne. Ji ber wê jî li vir rehetir pêk tîne. Kujerê li vir li ser navê Tirkiyeyê tevger dike, hikûmeta herêmê bi xwe ye."   'LI HERÊMÊ EWLEHÎ NEMAYE'   Mihemed Ebdullahî da zanîn ku li herêmê ewlekarî nemaye û wiha got: "Li Herêma Kurdistanê tiştek bi navê ewlekariyê êdî nemaye. Li her devera cihanê ewlekariya gel tiştek pêwîst e, lê li vir berovajî wê ye. Têkiliya MÎT û PDK'ê ya li vir pir xurt e. Pêşî PDK hevalên me dixe bin çavderiyê, piştre li wan digere û dixwaze ku bi wan re bixebite. Heke qebûl nekin vê carê gefa kuştinê li wan dixwin. Mînaka vê ya herî berbiçav a zelal Zekî Çelebî ye, kujerên wî diyar in, lê asayîş wan diparêze, vedişêre û eşkere nake. Ev nîşan dide ku pêwendiya hêzên ewlehiyê û îstixbarata li vir bi MÎT'ê re heye."