Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî 2022-08-31 10:04:05 MÊRDÎN - Abdulazîz Altinkaynak ê ku hestiyên lawê xwe Davût Altinkaynak di kîsik de wergirtibû diyar kir ku kîsikê hestiyên Hakan Arslan kîsikê hestiyên lawî wî aniye bîra wî û got: “70 sal jî derbas bibe ti tiştek naguhere.”    Hakan Arslan di şerê li navçeya Sûrê yê di 2015-2016’an de qewimîbû jiyana xwe ji dest dabû. Cenaze ango hestiyên Arslan piştî 7 salan di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hat kirin. Wêneyê Arslan ku li ber Edliyeya Amedê di destê wî de kîsikê hestiyê lawê wî hebû û hat belavkirin, di raya giştî de rê li ber nerazîbûnek mezin vekir.      Dayîna hestiyên Arslan a di kîsik de bûyerên berê ku bi vî rengî qewimîbûn anî bîra mirovan. Davût Altinkaynak ê 12 salî di sala 1995’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin û windakirin. Abdulazîz Altinkaynak piştî 21 salan di sala 2016’an de hestiyên lawê xwe di kîsekî de wergirt û bir li navçeya Kerboranê veşart. Hestiyên Davût Altinkaynak di sala 2015’an de ji bîra ku lê hatibû veşartin, hatibû derxistin.    Abdulazîz Altinkaynak   BI SAXÎ BIRIN DI KÎS DE TESLÎM KIRIN    Altinkaynak anî ziman ku hestiyên lawê wî Davût û Nedîm Akyon ê 16 salî di heman rojê de radestî wan hatine kirin û got: “Gazî min û malbata Nedîm kirin. Girteka teslîmgirtinê bi me dan îmzekirin. Du kîsên spî anîn. Li ser yekî Davût Altinkaynak li ser yê din jî Nedîm Akyon hatibû nivîsandin. Hestiyan di du kîsan de dan me. Zarokên me bi saxî birin û di kîsan de teslîmî me kirin."    DIVÊ HURMET NÎŞANÎ CENAZEYAN BIDIN    Abdulazîz Altinkaynak destnîşan kir ku hestiyên Hakan Arslan jî mîna hestiyên lawî wî dane bavê wî Alî Riza Arslan û wiha axivî: “Hestiyên Hakan Arslan jî mîna yên zarokên me teslîmî bavê wî kirin e. Dema min fotografê bavê Hakan dît, rasterast hestiyên lawê min hat bîra min. Xemgîn bûm. Jixwe ev dewlet dixwaze vê bîne serê me, divê em xwe baş hîs bikin. Divê hestiyên zarokên me di darbestê de bi awayek îslamî û mirovî bidin me. Lê belê me kurdan naxin şûna mirovan. Jixwe dewleta tirk me cihêkar dibîne. Bi çavekî dijminatî li me dinêre. Jixwe ruh çûye, can çûye, tenê hestî maye. Radibin vê bêhurmetiyê li me dikin. Çi dibe bila bibe û cenaze ji kîjan dînî be bila bibe divê huermet bê nîşandan. Ne 7 sal 70 sal jî derbas bibe ti tiştek naguhere. Heta ez hebim ez ê ji bîra nekim. Heke Davût ne kurd bûya wê ceazayê heta hetayê bidina kujerên wî. Lê belê Davût kurd bû. Edalet ji bo Davût sepandin, ji bo Hakan Arslan jî guncav dîtin.”    MA / Ahmet Kanbal