Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn 2022-08-31 09:01:03   AMED  - Li ser îfadeyên şahid Kezban Kûday ku navê wê di lêpirsîna rojnameger û siyasetmedaran de jî hebû, derbarê endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bêrîtan Yaşar de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Yaşar bê birîn.   Derbarê endama Meclîsa Partiyê Berîtan Yaşar de ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Partiyê de di 20'ê Gulanê de hatibû girtin, îdianame hat amadekirin. Îdîaname ji Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê re hat şandin. Ji ber ku Yaşar li Îzmîrê hatiye binçavkirin dadgehê derbarê îdianameyê de biryara "neerkdariyê" da û ew ji Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re şandin. Di îdianameyê tê xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Yaşarê bê birîn.    HEMAN ŞAHID HEMAN ÎFADE    Kezîban Kûday ku di vê îdianameyê de jî navê wê heye, berê jî li Amedê di lêpirsîna derbarê gelek kesan de navê wê hebû û ji ber wê li Amedê 16 rojnamevan û gelek siyasetmedar hatibûn girtin.    Kûday, wekî di lêpirsîna derbarê rojnamevan û siyasetmedaran de ji bo Yaşarê jî gotiye "endama rêxistinê" ye. Kûday derpêş kiriye ku Yaşar di nav xebatên ji bo bernameyên televîzyonên kurdan de cih girtiye û talîmatê jî "ji kes û kadroyên di qada çapemeniyê de cih digirin" wergirtiye.    15 SAL CEZA   Di îdianameyê de li gor îfadeya şahid Kûdayê û zabitnameya wê ya ji bo teşxîskirina wêneyan û ewraqên îxbarê hatiye parastin ku Yaşar wekî "endama rêxistinê" di qada çapemeniyê de xebitiye.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Yaşarê bê birîn.