Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê 2022-08-31 09:00:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer destnîşan kir ku ger rejîma Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re tifaqekê çêbike, dê welêt têkeve nava çiravê û ev yek dê ewlehiya hemû cîhanê ber bi xetereyê ve bibe.   Piştî ku Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra kir, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Di êrişên Tirkiyeyê yên bi Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) de 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn. Bêdengiya Rûsya û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li ber vê yekê, wekî ku destûra êrişan ji bo Erdogan hatibe dayîn tê şîrovekirin. Her wiha Erdogan li gel peyamên wekî dikarin hevdîtinê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re dide. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû jî ragihand ku pêwendiya wan bi rêjîma Sûriyeyê re heye.   Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer, êrişên di demên dawî de zêde bûne û geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.     ROLA RÛSYA Û DYA'YÊ YA DI ÊRIŞAN DE   Hesen Koçer, bilêv kir ku li pişt van êrişan Rûsya û Amerîka hene û got, êrişên Tirkiyeyê ji destpêka şoreşê ve berdewam dikin. Koçer got: "Bi alîkariya DAIŞ'ê êriş kirin, bi alîkariya hin hêzên din êriş kirin. Lê dîsa jî tu encam bi dest nexistin. Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê aloziya heyî gurtir kir. Ji aliyekî ve destwerdana şoreşa Sûriyeyê kirin. Şêweyê êrişan guherandin. Êrişên ewil jî bi alîkariya DAIŞ'ê hatin kirin. Piştre jî Tirkiye bi xwe ket dewrê. Ev êriş bêyî DYA'yê nayên kirin. Dewleta tirk bi tena serê xwe nikare êriş bike. Ji ber ku qada hewayî di bin kontrola van hêzan de ye. Di bin kontrola Rûsya û DYA'yê de ye. Tirkiye bi teknîka xwe bawer e. Bi hêza teknîkî şer dike."   Koçer ragihand ku di tifaqa bi Tirkiyeyê re soza "Qada hewayî ji bo we vekiriye, hûn li ku derê bixwazin dikarin lêxin, lê em nahêlin hûn wekî hêzeke eskerî derbas bibin" hatiye dayîn.  Koçer bal kişand ku di êrişan de sivîl, cihwarên dînî û çandî bûne hedef tên girtin û wiha got: "Dixwazin bi van êrişan herêmê vala bikin. Dixwazin çeteyên girêdayî xwe li van bajaran bi cih bikin. Siyaset, dîplomasî, aborî û artêşa Tirkiyeyê ji bo tunekirina bakurê Sûriyeyê xizmetê dikein. Fobiya wan li hemberî kurdan heye. Li ku derê kurdekî bikujin, kêfxweş diin. Bi vê yekê piştgiriyê ji hêzên navneteweyî digirin. Berpirsiyarê van mirinan jî Rûsya ye."   POLÎTÎKAYA REJÎMÊ   Koçer bal kişand ser hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de jî û diyar kir ku tifaqeke gengaz dê zirareke mezin bide herêmê. Koçer got: "Pêwendiya MÎT'ê û îstîxbarata Sûriyeyê ji bera berê de didome. Ji bo wan Rêvebiriya Xweser talûke ye. Hem Tirkiye hem jî rejîma Sûriyeyê Rêvebiriya Xweser wekî dijminê xwe yê sereke dihesibînin. Di vî warî de hevkar in. Rejîma Sûriyeyê bi xwe jî li ber lîstina bi demografiya Sûriyeyê ranabe. Ji lew re polîtîkayeke li ser şikandina vîna gelê Sûriyeyê tê meşandin. Dixwazin bi siyaseteke hevpar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qels bikin û ji holê rakin. Ez vê tifaqê tenê bi vê yekê re girênadim. Erdogan di sala 2015-2016'an de bi awayekî eşkere got, 'Beşar Esed dîktator e, sed hezar mirov kuştin, divê li dadgehan bê darizandin, sûcê şer kir.' Lê piştî ku polîtîkaya wî ya 'çokşikandinê' bi ser neket, vê carê rabû got, 'tu derdekî me bi Sûriyeyê re tune ye, derdê me tenê bi hin hêzên li wir re heye.' 180 derece li dora xwe zîvirî. Ev durûtî ye. Siyaseteke gelek bêexlaqî meşandin."   REJÎMÊ HIŞYAR KIR   Koçer îşaret bi wê yekê kir ku dê Sûriye bi tifaqeke gengaz a bi Tirkiyeyê re têkeve nava çiravê û got: "Dewletek nikare bi dewleteke ku êrişê tîne ser wî rehevalbendiyê bike. Li tu derî nehatiye dîtin ku dewlet rabe bi dewleteke ku welatiyên wê dikuje re tifaqê çêbike. Divê rejîma Siryeyê baş zanibe ku tifaqa bi bi Tirkiyeyê re tifaqa bi DAIŞ'ê re ye."   ‘TIRKIYE DIVÊ JI SÛRIYEYÊ DERKEVE'   Koçer bilêv kir ku Tirkiye polîtîkaya parçekirina herêmê dimeşîne û got: "Her êrişeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinûve vejandina DAIŞ'ê ye. Her êriş ji bo xurtkirina DAIŞ’ê ye. Bila bê zanîn ku DAIŞ bi wî destî girtiye. Lewma em li dijî vê tifaqê ne. Kî bi Tirkiyê re vê tifaq bike, nikare behsa ewlehî, aramî û yekîtiya axa Sûriyeyê bike. Ev tifaq gelek xeternak e. Beriya her tiştî divê Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve."   'ME BIXWESTA MEYÊ SÛRIYEYÊ PARÇE BIKIRA'   Koçer bal kişand ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve yekparebûna Sûriyeyê diparêze û got: "Herin li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de binêrin. Zimanê wan tirkî ye, hişmendiya wan tirkî ye, pereyê wan ê Tirkiyeyê ye. Tenê zelalkirina sînor û radestkirina van deran maye. Em naxwazin parçe bikin. Ev derew e. Eger me bixwesta Sûriyeyê parçe bike, heya niah me yê ew parçe bikira. Stratejiya me û pergala me ya siyasî ne parçekirin, parastina yekparbûna axa Sûriyeyê ye. Me bi hezaran şehîd, birîndar dan û em hê jî ji bo parastina axa Sûriyê didin. Lewma divê hikûmeta Sûriyeyê siyaseta me û felsefeya me fêm bike."   'DÊ TIFAQ SÛRIYEYÊ PARÇE BIKE'   Koçer destnîşan kir ku ji bo hilbijartinên pêşwext pêwîstiya Erdogan bi "serketinê" heye û got, ev êriş ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê pêk tên. Koçer got: "Tirkiye dı nava xwe d epeqıyaye. Vê yekê jî bi êrişa li ser derve pêk tîne. Dixwaze gel ber bi xwe ve bîne û ji bo vê jî dixwaze di warê eskerî de bi ser bikeve."    Koçer anî ziman ku ger Sûriye hevkariya bi Tirkiyeyê re qebûl bike, ev dê bibe sedema parçebûna welêt.    ‘CÎHAN DI XETEREYÊ DE YE'   Koçer anî ziman ku divê gel li dijî êrişên muhtemel ên dewleta Tirkiyeyê xwe birêxistin bikin û wiha got: "Divê em şerê gel ê şoreşgerî pêş bixin. Ew bi hêzên navneteweyî re bûn tifaq. Ev hêz wê me neparêzin. Ji ber vê yekê divê em xwe biparêzin. Kes nikare gelê ku dest ji axa xwe bernade û wê diparêzw têk bibe. Dixwazin bajaran bombebaran bikin û vala bikin. Dixwazin bi awayekî berfireh êrişî wan bikin. Li hemberî van êrişan divê em xwe biparêzin. Şerekî taybet li dijî me tê meşandin. Divê bi çanda berxwedaneke neteweyî têkoşin bê kirin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Em ê bi hêza xwe têbikoşin. Em bêrûmetiyê qebûl nakin. Em dibêjin ger îstiqrar û ewlehiya Bakurê Sûriyeyê xera bibe, dê ya hemû cîhanê xera bibe. Ji lew re DAIŞ li vir e. Bi hezaran DAIŞ'î li vir di zindanan de ne. Me ji bo parastina mirovahiyê 12 hezar şehîd û 25-30 hezar birîndar dane. Lê îro ger mirovahî li ber van êrişan xwe li nebihîstinê deyen, tenê ne Sûriye, dê ewlehiya hemû cîhanê ber bi xeteriyê ve biçe.”