ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-31 09:00:11     * Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer destnîşan kir ku ger rejîma Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re tifaqekê çêbike, dê welêt têkeve nava çiravê û ev yek dê ewlehiya hemû cîhanê ber bi xetereyê ve bibe.   *  Li ser îfadeyên şahid Kezban Kûday ku navê wê di lêpirsîna rojnameger û siyasetmedaran de jî hebû, derbarê endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bêrîtan Yaşar de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Yaşar bê birîn.   * Dadgeha Îdareyê, birêvebirina projeya veguherîna bajêr a li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê da sekinandin.   * Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe yên spî bûne sembola aştiyeke birûmet wiha gotin: “Di 30 salan de me çi dît û çi nedît. Şewitandina gundan, zilm, zehmetî, koçberî, girtin û kuştin…Lê me dev ji gotina aştiyê berneda. Em ê dest jê bernedin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 541’emîn de berdewam dike.    * 16'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan daye destpêkirin wê li pêş ATK’ê berdewam bike. (11.00)   * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)   * OHD û Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê rapora têkildarî rewşa Makbûle û Hadî Ozer amadekirine wê li Avahiya Xizmetê ya Baroya Wanê aşkere bikin. (12.30)   * ESP û SKM, li dijî endamên wan ên hatin girtin di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatine wê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê gilî bikin. (13.00)   * Malbatên girtiyan, wên li pêş Girtîgeha Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê Nobeta xwe ya Edaletê bidomînin. (13.00-16.00)   * Platforma Ji Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş re Azadî ya Îzmîrê ji bo bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li PTT’ya navçeya Karşiyakayê qertên piştevaniyê bişînin. (16.30)