Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin 2022-08-30 20:18:49   AMED – Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ku 8 meh berê hatibû berdan şûnde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çapkin ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat veşartin.   Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T'yê derketibû, li nexweşxaneyeke taybet a Amedê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çapkin ê ji nexweşxaneyê hat wergirtin bi konvoyeke qelebalix ber bi gundê Hecîreşê yê Farqînê hat birêkirin. Cenazeyê Çapkin ê li gund ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên dînî, gundiyan bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" cenaze birin goristana gund.   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, rêvebirên bajêr  û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêvebirên MEBYA-DER û TÛAY-DER'ê û bi hezaran welatî tev li merasîma cenaze bûn. Piştî definkirina cenaze deqeyekê rêz hat girtin.   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li goristanê axivî. Ozturk diyar kir ku Çapkin ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyaye daye û got: "Êşa me giran e, lê em serbilind in. Têkoşîn û jiyana Nevzat wekî mîrate ji me re ma. Ev ji bo me rûmeteke pir mezin e. Hevrê Nevzat 29 salan ji bo xwe di girtîgehê de nema, her rojek wî ji bo azadiya vî gelî bû û ji bo vê canê xwe feda kir.”   Ozturk bilêv kir ku Çapkin li girtîgehê 29 salan li dijî faşîzmê li ber xwe daye û gavekê jî paş de neavêtiye û got: “Hevrê Nevzat rûmeta gelê kurd e. Em ê têkoşîna bi rûmet a Nevzat bidomînin. Ev têkoşîn wê heta serketinê bidome. Serê gelê kurd sax be."   Piştî veşartina cenaze, malbata Çapkin li şîna xwe li gundê Hecîreşê danî.