Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye 2022-08-30 17:35:28   STENBOL - Di bersiva Konseya Ewropayê ya li ser serlêdana ji bo bicihanîna biryara binpêkirina DMME’yê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, Tirkiyeyê îtîraf kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye    DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê serlêdana 2003'yan a parêzerên Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî "Ocalan 2" tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye qanûnên di çaçroveya "mafê hêviyê" de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser biryara DMME’yê nehate pêkanîn di 9’ê Tebaxa 2022’yan careke din serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû.    MAFÊ HÊVIYÊ    Di serlêdanê de ji bo ku di hiqûqa navxweyî de tevdîrên takekesî bên qebûlkirin, serlêdanên wan ên ji bo agahdarkirina Ocalan hebûn. Di serlêdanê de bal hat kişandin ku Ocalan bêyî 'mafê hêviyê' li girtîgehê tê ragirtin û hewldanên hiqûqî yên ji bo ewlekirina 'mafê hêviyê' û serbestberdana wî ya dema dirêj a ragirtina Ocalan hat redkirin.    ÎDIAYÊN TIRKIYEYÊ   Di serlêdanê de hat pêşniyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka binesazî ya di biryara DMME de hatiye destnîşankirin, divê guhertinên pêwîst ên qanûnî û pratîkî bi lezgînî ji aliyê Tirkiyeyê ve bên kirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Planên Çalakiyê yên di navbera salên 2015-2021'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine pêşkêşkirin, ji bo ji holê rakirina îxlalkirinê tevdîrên şênber nînin û hat gotin ku îdîayên ku biryarên îxlalkirina Tirkiyeyê bi cih anîne rastiyê nîşan nade. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Tirkiyeyê di mijara banga bicihanîna biryarê û pêşniyarên Komîteyê yên 3’yê kanûna 2021’an de gavên guncav neavêtine û daxwaz hatin rêzkirin.    OCALAN ‘MÛAF’ HATE GIRTIN   Tirkiyeyê bersiva serlêdana ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Abdûllah Ocalan li Komîteyê dabû, da.  Tirkiyeyê îtîraf kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” muaf kiriye û got: “Pêkane ku mehkûmên bi cezayê giran ê muebbetê hatine cezakirin bên berdan, lê belê bi taybetî hin sûc ji vê yekê bêpar hatine hiştin.”   Tirkiye bersivên xwe yên berê dubare kir û behsa Plana Çalakiyê ku di 1'ê Cotmeha 2021'an de pêşkêş kiribû, kir. Di bersivê de diyar kir ku Plana Çalakiyê mijarên ku di serlêdanê de cih digirin ji hêla parêzeran ve bi berfirehî hatine vegotin.   DEM DIQEDE    Piştî serîlêdanê komîteyê di 3'yê kanûnê de biryara xwe eşkere kiribû. Komîteyê doza hejmara kesên di biryara “Ocalan-2” de cezayê muebbedê yê nayê kêmkirin û vekolandin li wan hatiye birîn xwestibû. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne. Tevî ku ji meha îlonê re kêm wext maye jî Tirkiyeyê ne têkildarî hejmara kesên cezayê cezayê muebbeta girankirî ne jî têkildarî “Mafê Hêviyê” heya niha tu gavên şênber neavêtine.