Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye 2022-08-30 12:54:42   ŞIRNEX - Silopiya ji bo mitînga dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Parqa Newrozê bê didarxistin amade ye.    Serlêdana mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê dê li dar dixe, bi erênî encam bû. Serlêdana ku Komîteya Amadekar ji bo mitînga li Qada Newrozê ya li Taxa Yenîşehirê bi dirûşmeya  “Şer mirin e, aştî jiyan e” bê li darxistin ji aliyê Qeymeqamtiya Silopiyayê ve bi erênî hate bersivandin.     Mitînga Silopiyayê dê di 1’ê Îlonê de saet di 17.00’an de dest pê bike. Tevî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar,  parlementerên herêmê yên HDP jî dê tev li mitîngê bibin. Hunermend Kadîr Çat û Koma Awazên Botan dê derkevin ser dike.