Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan 2022-08-30 11:52:12   RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ragihandin ku eşyayên bi rêya kargoyê ji bo wan tê şandin, dereng didin wan.    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L’yê zêdetir dibin. Malbata girtî Mehmet Şiyar Karadag bi kargoyê jê re cil û eşyayên şexsî şandin. Cil û eşyayên Karadag nedanê. Dayika wî Saadet Karadag diyar kir ku tevî ku di rêziknameyê de nîne jî eşyayên ku ji lawê xwe re şandine teslîmî wî nehatine kirin û bi hêceta “bi ser du mehan ketiye” kargoyê li wan zivirandine.    Karadag da zanîn ku lawê wê 11 meh berê ji Girtîgeha Hîlwana Rihayê sirgûnî Rîzeyê kirine û eşyayên ew ji lawê xwe re dişîne pêdiviyên bingehîn in û lazimtiye û girtîgeh bi awayek kêfî tiştên dişînin paşve tên şandin. Karadag anî ziman ku lawê wê ji bo paşve şandina eşyayên xwe daxwazname daye rêveberiya girtîgehê lê belê bersiva wî nehatiye dayîn û hin tiştên didin girtiyan jî bi du mehan derengî didin girtiyan. Karadag diyar kir ku hevdîtina telefonê ya heftane bi 10 deqîqeyan hatiye sînordarkirin û deqîqeyên dema telefonê kêm kirine û ew dixwazin bê dirêjkirin.