Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin 2022-08-30 11:08:39   COLEMÊRG - Li gundê Zêvkan ê girêdayî navçeya Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku leşkerên li zozanên gund hatine bicihkirin, derdorê bêserûber gulebaran dikin.    Li gundê Zêvkan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê di seatên danê sibehê de ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Geverê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat ragihandin ku leşker bi wesayîtên zirxî çune gund û zozanên gund û derdor dorpêç kirine. Hat destnîşan kirin ku leşkerên li zozanên gund yên Berê Reş, Berê Şemamê, Çoviran, Çemi, Kûle bîhê, Kaniya Xwînê hatine bicihkirin, bêserûber gule li derdorê û çiya barandine.    Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin ambulansek jî çuye gund û tê de kesên ku nediyarin tenduristvan in û sivîl in hatine dîtin. Hate ragihandin ku ketin û derketina gund jî hatiye qedexekirin.