Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin 2022-08-30 10:44:55   ÎZMÎR - Yek ji endamê Hêzên Ked û Demokrasiyê Bulent Karakaş, diyar kir ku wê li Îzmîrê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi daxuyaniyeke girseyî li Qada Komarê pîroz bikin û banga tev li bûnê kir.     Amadekariyên têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê berdewam dikin. Li Îzmîrê jî wê di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê de daxuyaniyeke girseyî were lidarxistin. Di daxuyaniya ku wê di 1’ê Îlonê de li Qada Komarê ya Konakê saet di 19.00’an de were li dar xistin de peyamên aştiyê bên dayîn. Di bernameyê de wê ji bilî metne Hêzên Ked û Demokrasiyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî axaftinê bike. Dû re wê hunermend Cevdet Bagca derkeve ser dikê.   Endamê Hêzên Ked û Demokrasiyê yê Îzmîrê Bulent Karakaş, diyar kir ku 1’ê Îlonê di hemû cîhanê de roja li dijî şer aştiyê ye û got: “Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelekî dijwar hene. Em naxwazin li tu devera cîhanê şer hebin. Lê mixabin şerên ku hêzên emperyalist ji bo berjewendiyên xwe dane destpêkirin didomin. Em vê li Ûkrayna, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê dibînin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibin û mirov bi awayekî hevkar di nava aştiyê de bijîn em ê têbikoşin.”   Endamê Hêzên Ked û Demokrasiyê Bulent Karakaş   NAVNÎŞAN QADA CUHMURIYETÊ YE   Karakaş, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê krîzeke mezin a aboriyê heye, bandora wê berdewam dike û wiha lê zêde kir: “Di bingeha krîza aborî de şer hene. Şer tenê nabe sedemê mirinan. Di heman demê de bandorê li hiqûq, edalet, aborî, tenduristiya gel û xwezayê jî dike. Divê em li dijî şer helwesteke zelal nîşan bidin û ji dil û can aştiyê bixwazin.”   Karakaş, herî dawî bang li herkese kir ku tev li daxuyaniya wan ku dê di 1’ê Îlonê de li Qada Komarê li dar bixin bibin.