Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje 2022-08-30 10:23:36   AMED - Hevseroka OHD’a Amedê Ozum Vûrgûn doktorên ATK’ê ne li gorî sondxwarina xwe raporan didin û got: “Dewlet tenê ne sûc dike, bi qestî girtiyan dikuje.”    Rêxistinên mafê mirovan girtîgehan wek “malên mirinê” pênase dikin û li girtîgehan hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Di mehek dawî de Îbrahîm Yildirim, siyasetmedar Mehmet Candemîr û Bazo Yilmz û Firat Çaglayan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.    Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Amedê parêzer Ozum Vûrgûn bal kişand ser mirinên li girtîgehan diqewimin.    Hevseroka Şaxa OHD'a Amedê parêzer Ozum Vûrgûn   DESTE GIRÊDAYÎ HIKÛMETÊ NE    Vûrgûn da zanîn ku li girtîgehan îşkence û zext derketine asta herî jor û li gelek girtî gilî û gazinan dikin û got: “Li Amedê du hefteyên dawiyê de me sê serlêdanên îşkenceyê tomar kir. Li dijî girtiyên siyasî û edlî pir zext hene. Di serê van îşkenceyan de jî îşkenceya derûnî tê.”    Vûrgûn anî ziman ku Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên li girtîgehan berdana girtiyan taloq dikin û wiha got: “Van destyên li girtîgehan bêalîbûna xwe mirandiye. Ev deste biryarên didin bi zîhniyeta dewletê didin. Di nav desteyê de dozgerek, derûnnasek, sergardiyanek, gardiyanek û doktorek heye. Ev hemû girêdayî dewlet û hikumetê ne. Naxwazin biryarên ne li gorî dilê hikûmet û dewletê bidin. Ketine tirsa karên xwe.”    SERLÊDAN BÊENCAM DIMÎNIN    Vûrgûn diyar kir ku di mehek dawî de 8 girtî li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê bi îşkenceyê re rûbirû mane û gardiyan dibêjin heke giliyê wan bê kirin dê berdana girtiyan taloq bikin û bi vî awayî gefê li wan dixin. Vûrgûn got her çiqas ew têkildarî van îşkenceyên li girtîgehan diqewimin serî li darazê didin jî lê serlêdanên wan bêencam dimîne.    ‘BINPÊKIRIN ÎŞKENCE YE’    Vûrgûn bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û got: “Li girtîgehan îşkence û binpêkirin bi destê gardiyanan pêk tê. Hema bêje hemû mafên girtiyan hatine desteserkirin. Ev hemû îşkence ye.”    ‘DEWLET SÛC DIKE Û GIRTIYAN DIKUJE’    Vûrgûn destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji ber ku raporên “girtî dikarin di girtîgehê de bimînin” dide girtiyan bûye nîvenda rexneyan û wiha got: “ATK girêdayî dewletê dixebite. Ew însanên li wê saziyê îdia dikin ku doktor in, biryarên ku didin ne girêdayî sondxwarina wan e û ji mirovatiyê para xwe negirtiye. Mesele dema meriv li dosyeya Makbûle Ozer dinêre, ji ber bi tirkî nizane tu beyanan jê negirtine û li ser raporên nexweşxaneyê rapor jê re amade kirine. Ev sûcê cihêkariyê ye. Tenê ne ATK, midûriyetên polîsan, midûriyetên tenduristiyê jî hemû vî sûcî dikin. Dewlet sûc dike, tenê bi sûckirinê re jî sînordar namîne, girtiyan bi qestê dikuje.”