Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye 2022-08-29 17:18:21   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê destnîşan kir ku êrişa li ser Mexmûrê berdewamiya feraseta salên 90'î ye û polîtîkayên dagirkeriyê ne û li dijî van êrişan bang kir: "Em bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybet gelê xwe dikin ku mil bidin gelê me yê Mexmûrê û destkeftiyên xwe biparêzin."   Îro di saetên nîvro de Tirkiyeyê bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Di êrişê de Evîzet Abdûllah jiyana xwe ji dest da. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî êrişê bi nivîskî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de êrişên li ser Kampa Mexmûrê hatin şermezarkirin û bang li hemû partî, sazî û rêxistinên kurdan hat kirin ku mil bi mil Mexmûrê û destkeftiyên kurdan biparêzin.   Daxuyaniya KCD'ê bi vî awayî ye:   "Kampa Mexmûrê ji bo gelê me yê ku di salên 90'î de, li Şirnex û Colemêrgê, gundên wan hatin şewitandin bûye star û wargeh. Ev kamp her çiqas ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibe parastin jî ev 3 sal in bi destê PDK'ê li dijî Kampa Mexmûrê ablûka û ambargo pêk tên, erîşên Hikûmeta AKP-MHP ê yên bi rêya SİHA’yan bênavber didomin. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî û PDK'ê erêkirina van êrîşan û şirîkatiya vî sucî ye.    Hikûmeta AKP-MHP ê ya ku li hundir bi krîzên piralî re rû bi rû ye û li ber têkçûyinê ye, li ser dijminatiya kurdan hewl dide ku ji van krîzan xelas bibe û desthilatdariya xwe mayînde bike. Bi vê mabestê êrişî Herêma Kurdistanê kir û li vir tu encam bi dest nexist, ji bo ku Rojavayê dagir bike li Tehran û Soçiyê derî bi derî geriya, ligel van hewldanan her çiqas destûra êrişan negirtibe jî bi bêdengiya Rusyayê û hêzên navneteweyî bi SİHA'yan êrişên xwe didomîne.   Bi êrişên li ser Herêma Kurdistanê, Şengal, Rojava û Mexmûrê hewl dide ku destkeftiyên kurdan têk bibe û xeyalên Neo-Osmanî pêk bîne. Êrişa hewayî ya ku îro li Mexmûrê pêk hat û malek hat bombebarankirin, berdewamiya zihniyeta salên 90'î û polîtîkayên dagirkeriyê ne ku li ser dijminatiya li hemberî kurdan pêk tê.   Bi vê mabestê em KCD, bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybet gelê xwe dikin ku mil bidin gelê me yê Mexmûrê û destkeftiyên xwe biparêzin. Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk û saziyên sivîl dikin ku li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî helwest."