Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin 2022-08-29 15:48:58   ENQERE - Parêzerên Doza Kobanê ji ber ku îdianame derbarê serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çokak de hatiye amadekirin xwestin heyet ji dosyeyê vekişe. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir.    Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.     Li gel parêzeran, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    DAXWAZA PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Parêzerên dozê axivîn û behsa hûrguliyên dozê kirin. Parêzeran destnîşan kir kir ku derbarê serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak de îdianame hatiye amadekirin û xwestin heyeta dadgehê ji dosyeyê vekişe. Serokê dadgehê daxwaza parêzeran a vekişîna heyete red kir.    Serokê dadgehê danişînê taloqî 31’ê tebaxê kir.