Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir 2022-08-29 13:04:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA’yan Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir.    Dewleta tirk ku şerê li dijî Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin didomîne, Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) bombebaran kir. Li gorî Rojnewsê di saetên serê sibê de Wargeha Mexmûrê ku girêdayî Mûsilê ye bi SÎHA’yan hate bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku di bombebaranê de malek hatiye hedefgirtin.    Di encama êrîşê de ji şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Ubeyd li vir jiyana xwe ji dest da. Bombebaranê zirareke mezin gihand mala ku êrîş lê hate kirin.   Tê payin ku Meclîsa Wargeha Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.