Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin 2022-08-29 09:09:01   STENBOL - Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bandora saziyên navnetewî jî di xebernegirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de heye û dê nikaribin felsefeya Ocalan tecrîd bikin.    Ji 25’ê Adara 2021’ê ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xeber nayê girtin. Ev xeber jê negirtin rê li ber nerazîbûnên mezin di nava gelê kurd û dostên wan de vekirî ye. Ji parêzerên Ocalan, Raziya Ozturk tecrîda li ser miwekîlê xwe nirxand.  17 MEH IN XEBER JI OCALAN NAYÊ GIRTIN    Ozturk bi bîr xist ku herî dawî miwekîlê wan Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiriye û hevdîtin li ser hin îdiayên li ser jiyana Ocalan pêk hatiye. Ozturk got: “Birêz Ocalan têkiliyên bi vî terzî pir talûke û xeternak dibîne û ji bo vê yekê xwestiye hiqûq bê sepandin. Her wiha bertek nîşanî vê rewşê daye. Lê belê piştî vê berteka birêz Ocalan demildest telefon hatiye qûtkirin. Vê rewşê di nava me de jî rê li ber endîşeyan vekir. Derbarê vê yekê de me serî li dadgeha înfazê û meqamên herêmî dan. Di vê mijarê de bangên me çêbûn. Tevî vê yekê jî 17 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin.”   HELWESTA SAZIYÊN NAVNETEWΠ   Ozturk destnîşan kir ku rewşa tecrîd û agahînegirtinê bi “şertên faşîzmê” re girêdayî ye û wiha axivî: “Nasnameya polîtîk a birêz Ocalan û rol û bandora wî ya di çareseriya pirsgirêka kurd de gelek mezin e. Tevî vê yekê jî agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Tenê ne ev îktidar her wiha bandora mekanîzmayên navnetewî jî di tecrîdê de gelek mezin e. Xemsariya saziyên navnetewî jî dibe sedema xebernegirtinê.”    'TECRÎD ÎŞKENCE YE’    Ozturk destnîşan kir ku pergala li Îmraliyê pergalek tecrîdê ye û tecrîd îşkence ye û Îmrali qada bêhiqûqiyê ye û kirinên li Îmraliyê tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne. Ozturk anî ziman ku hemû sepanên dijhiqûqî ji tecrîda li Îmraliyê dest pê dike û niha ew dibînin ku hemû bêhiqûqî ji Îmraliyê belav bûye. Ozturk da zanîn ku bi tecrîdê xwestin çavê hemû welat bitirsînin û bi qedexeyan xwestin bi awayek cidî tirsê li ser civakê biafirînin.    PARADÎGMAYA OCALAN    Ozturk destnîşan kir ku xwestin felsefeya Ocalan û bîrdoziya Ocalan bi tecrîdê bêbandor bikin û got: “Birêz Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya modernîteya demokratîk li pêş xist. Bi vê paradîgmayê li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) jiyaneke nû ya demokratîk a bi azadiya jinan hate avakirin. Jin di avakirina vê jiyana nû de pêşengtî kir. Bi têkoşîna li dijî rêxistineke weke DAIŞ’ê bûne pêşengê şoreşê. Ev hemû bi saya paradîgmaya Ocalan pêk hatin. Felsefeya Ocalan li Rojava hate zindîkirin û di pratîkê de bû. Ev paradîgma jî paradîgmayeke li ser esasê wekheviya azadiya jinê ye.”    MA / Esra Solîn Dal