Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre 2022-08-29 09:05:03   ŞIRNEX - Hevserokên HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen û Sabuha Akdag banga mitînga 1’ê Îlonê ya li Silopiya bê lidarxistin kirin û gotin: “Em ê li Botanê li dijî aloziyan û şer dengê xwe bilind bikin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li navçeya Silopiya mitîng li dar bixe. Mitîng dê bi dirûşma “Şer dikuje, aştî jiyan e” li Qada Newrozê bê lidarxistin û saet di 17.00’an de dest pê bike. Hunermend Kadîr Çat û Koma Awazên Botan dê li ser dikê stranan bêjin. Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê jî tev li mitîngê bibin. Ji bo amadekariyên mitîngê li tevahiya navçeyên Şirnexê xebat tên birêvebirin.    ‘EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN’    Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen ku xebatên mitîngê bi rê ve dibin bal kişand ser girîngiya 1’ê Îlonê û got: “Bi taybetî li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şer diqewime. Em wek HDP’ê dixwazin li dijî vî şerî dengê aştiyê bilind bikin. Li dijî şer û alozaiya li Rojava û Başûr em dixwazin ji Botanê dengek bilind derxin. Em ê li dijî binpêkirina mafan aştiyê biparêzin.” Xebatên me bênavber didomin. Wê hevserokê me Mîthat Sancar tev li mitîngê bibe. Em hemû gelê xwe yê Botanê vedixwînin mitînga aştiyê.”    DENGÊ AŞTIYÊ RAGIHÎNIN    Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabuha Akdag jî bal kişand ser şerê ku li Kurdistanê diqewime û got: “Em ê ji bo aştiyek mayînde û jiyanek azad dengê xwe bilind bikin. Em ê bi dirûşma ‘Şer kuştin e, aştî jiyan e’ li qada mitîngê bin. Em wek ciwan, jin û tevahiya gelê kurd aştiyê diparêzin. Heta em aştiyê pêk bînin û tecrîd bê rakirin dê têkoşîna me bidome. Ji bo em di 1’ê Îlonê de dengê aştiyê ji cîhanê re ragihînin, hemû gelê xwe vedixwînin qada mitîngê.”