Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire 2022-08-29 09:03:46   RIHA - Berdevkê Komîsyona HDP’ê yê Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan bal kişand ser qedexekirinên konser û mîhrîcanên kurdî û got: "Ev qedexekirin bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir û paşê belavî ser civakê bû. Qedexekirina çand û hunerî jî pêşî li dijî kurdan dest pê kir û niha jî li ser tevahiya civakê belav bûye.”   Li Tirkiyeyê di demên dawî de gelek konser, festîval, şahî, şano û çalekiyên hunerî tên qedexekirin. Di 4 mehên dawî de 14 konser û festîval ji hêla valî û qaymeqaman ve hatin qedexekirin. Herî dawî konsera ÎHD’a Mêrsînê bi dirûşma li dijî şer li dar bixe, bi hêceta “ewlehiyê” hat qedexekirin. Salên dirêj e li bakurê Kurdistanê li dijî ziman û çanda kurdî qedexe berdewam dikin. Ev qedexe di demên dawî de li ser tevahiya xelkê kurd belav bûye. Serokê Ragihandinê ya Serokkomariyê Fahrettîn Altûn di 5’ê tîrmeha 2018’an de gotibû, "Me hegemonya siyasî bidawî kir, dora hegemonya çandî ye.” Ev qedexe ji aliyê civakê ve wekî qedexeya çand û hunerî hat şîrovekirin.    Berdevkê Komîsyona HDP’ê ya Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan bal kişand ser qedexeyên çalakiyên çand û hunerî û got: “Heke muxalefeta Tirkiyeyê li dijî qedexekirinên çand, huner û zimanê kurdî bêdeng nemabûya, îro dê qedexe ewqas nehata berfirehtirkirin. Wê AKP’ê hegemonyaya xwe ya çandî wisa nikaribûya ava bike.”    BINGEHA QEDEXEYAN    Ocalan, anî ziman ku çand û huner mirova li ser linga digire û got: "Qedexe bingeha xwe ji dîrokê digire. Çand pratîka mirova ye. Dema mirov li dîroka Kurdistanê mêze dike çandeke devkî heye. Komara Tirkiyeyê hemû çand tune hesibandin. Bi awayên sîstematîk pişaftin hate meşandin.   Plana Şark û Islahat hat meşandin. Xxwestin kurdan tasfiye bikin. Dêrsim, Geliyê Zîlan, Koçgirî û bi dehan serhildan li dijî van planan derketine pêş. Dixwazin çanda kurdan ji holê rakin. Komara Tirkiyeyê çand û hunera kurdî qedexe dike. Serokkomar Erdogan derdikeve û dibêje, 'Yek ziman, yek bawerî, yek al, yek dewlet' ev bingeha xwe ji dîrokê digire. Her dem çanda tirk-sunî hatiye pêşxistin. Li ser kurdan gelek qedexe hatin derxistin lê kurd li dijî qedexeya xwe rêxistin kirin û saziyê xwe ava kirin."   'DIXWAZIN ÇANDA KURDÎ BÊRUH BIHÊLIN’    Ocalan bi bîr xist ku li Kurdistanê bi ruhê azadiyê gelek festîval û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin û wiha got: "Niha dixwazin festîvalên kurdî bêruh bihêlin. Bi fermana vê îktidarê li gelek deveran festîvalan li dar dixin, lê ruhê wan tine ye. Dixwazin naveroka festîvalan pûç bikin, bêwate bikin. Navê wan kurdî ye lê naverok tirkî ye. Heya 2016’an li gelek deverên bakurê Kurdistanê festîval dihatin lidarxistin û çand û hunera kurdî dihat li pêşxistin. Lê ji ber vê yekê dewletê hemû çalakiyên hunerî qedexe kirin û qeyûm ser tayînî şaredariyên kurdan kirin. Dixwazin kurdan ji çanda wan dûr bixin. Niha ev qedexeyên li ser çand û hunerê li metropolên Tirkiyeyê jî belav bûne. Ewilî ev li Kurdistanê dan destpêkirin.”    'AKP DIXWAZE HEGEMONYA XWE YA ÇANDÎ AVA BIKE'    Ocalan destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê dixwazin hegemonya çandî ava bikin û wiha domand: "AKP 20 sal in nikare hegemonya xwe ava bike û nikare ava bike. Ji ber wê niha qedexeyan zêde dike. Gotin me hegemonya siyasi xist destê xwe divê em ya çandî jî bixin destê xwe. Dixazin navaroka cewhera çandê pûç bikin. Li gorî xwe tiştan ava dikin.”    QIRKIRINA ÇANDΠ   Ocalan anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bal kişandiye ser qirkirina çandî û got: "Brêz Ocalan di parastina xwe ya 5’emîn de ji bo parastina Kurdistanê dibêje 'Kurd bi qirkirina çandî re rûbirû mane.’ Di aliyê fizîkî de bi milyonan kurd nekaribûn xelas bikin. Ji ber wê dixwazin çanda wan têk bibin. Qeyûm dema tên tayînirin ewilî êrişî saziyên çand û hunerê dikin. Ewqas êriş pêk anîn jî lê dîsa bi ser neketin. Niha ji ber wê êriş zêde kirine. AKP bi qedexeyên li dijî çand û hunera kurdî dest bi qedexeyan kir. Her kes li dijî vê bêdeng ma. Niha AKP li dijî çalakiyên çand û hunerî yên tirkî jî qedexe dixe dewrê.”   'QEDEXEKIRINA HUNERÊ DIŞIBE TECRÎDÊ’    Ocalan qedexeyên çand û hunera kurdî û qedexeyên li metropolên Tirkiyeyê û tecrîda li Îmralî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in bênavber tê meşandin şiband hev û wiha axivî: "Pergela Tirk wiha dimeşe; pêşî qedexe li ser kurdan ferz kir. Mîna tecrîdê. Tecrîd li Îmralî dan destpêkirin. Niha tecrîd li hemû girtîgehan, li ser civakê belav bûye. Dema li wî welatî konserên kurdan hatin qedexekirin lazim bû li wî welatî li dijî qedexeyê deng bihata derxistin. Lê mixabin dema zilm li kurdan tê kirin bêdengiyeka mezin çêdibe. Ji ber vê bêdengiyê ev îktidara otorîter berdewam dike. Dema neheqî li kurdan hat kirin divê hemû kes dengê xwe derxista. Dema deng neyê derxistin wê qedexe li hemû civakê belav bibin. Ji ber vê bêdengiya didome, 20 sal in AKP serdestiya xwe li ser civakê dide berdewamkirin.”    'DIVÊ EM LI DIJÎ QEDEXEYAN BIBIN YEK’    Ocalan anî ziman ku qedexe li ser ziman, çand û hunera kurdî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vî welatî stranên kurdî kirin tirkî. Xistin xizmeta desthiladariyê. Îbrahîm Tatlises pêşengiya vê kir. Divê em baş bi vê nêzîkbûna dewletê dizanibin û jê fêm bikin. Bi keda Tevgera Azadiya Kurd hinek merhele hatin qezenckirin. Bi milyonan kes divê bi zimanê xwe perwerde bibîne. Vaye ji bo dersên bijarte jî astengiyan derdixin. Pirsgirêka zimanê kurdî pirsgirêkek polîtîk e. Em nikarin siyaset û ziman jî hev cuda bikin. Em ê bi hev re li dijî qedexeyan bisekinin. Em ê li dijî qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî bisekinin. Em ê li dijî qedexekirinên konser û festîvalên li bajarên Tirkiyeyê pêk tên jî bisekinin. Heke li dijî qedexekirina ziman û çanda kurdî bêdeng were hiştin, wê ew kesên bêdeng mane sibê dusiba tu kesî li ba xwe nebînin. Kesên ku dibêjin em demokrat in divê li dijî qedexeyan bi hev re deng derxînin. Divê her kes li dijî qedexeyên ziman, çand û hunerê bibin yek û dengê xwe bi hev re derbixin.”    MA / Emrullah Acar