Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin 2022-08-28 20:22:00 STENBOL  - NÇM bi armanca piştgiriya ji bo 16 rojnamevanên girtî û çapemeniya azad şeva piştgiriyê li dar xist. Rojnamevan Huseyîn Aykol axivî û got: "Bi dehan rojnamean hatin kuştin û bi sedan rojnamevan hatin girtin. Em ê her deynê xwe bidin."    Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi armanca piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd ku li Amedê hatin girtin û çapemeniya azad, li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê şeva piştgiriyê li dar xist. Gelek rojnamevan, siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, parlamenter, hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên rêxistinên sivîl, hunermend, Dayikên Aştiyê û kes tev li bernameyê bûn.    Bernameyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna rojnamevanên hatine kuştin dest pê kir. Sînevziyona ku qala têkoşîna rojnamevanên kurd dikir hat pêşandan.    Pişt re nameya Midûra JinNewsê Safiye Alagaş a li Girtîgeha Amedê ya Jinan girtî hat xwendin û di peyamê de tevahiya beşdar hatin silavkirin û ji bo vê şevê malavatiya NÇM'ê kir. Alagaş da zanîn ku wan pênûsa xwe ji Mûsa Anteri Gurbetelî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û ji dehan şehîdên çapemeniya azad dewr girtine û kêliyek jî ji destê xwe nexistine û dê nexînin.    Piştre endama Teatra Jiyana Nû Rûgeş Kirici axivî û bal kişand ser girîngî û wateya şevê û qala rastiya çapemeniya azad kirin.    Pişt re grûba Bandista derket ser dikê û strîn.    ‘EM DEYNÊ XWE DIDIN'    Paşê rojnamevan Huseyîn Aykol axivî û bi bîr xist ku çapemeniya azad 33 sal li pey xweh işt û di van salan de nêzî 50 rojnameyan derxistine. Aykol anî ziman ku wan serî netewandiye, heqîqet nivîsandine û ragihandine û got: "Me bi dehan rojnamevan şehîd di vê rêyê de da. Bi sedan hevalên me rojnamevan hatin girtin û darizandin. Em hê jî tên girtin. Me serî netewand û em ê netewînin. Me deynê xwe da û em ê her deynê xwe bidin."    PEYAMÊN PIŞTEVANIYÊ    Her wiha peyamên ku siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan û rewşenbîrên ku şandibûn şevê hatin xwendin û dilsoziya xwe ya bi çapemeniya azad re anîn ziman. Her wiha peyamên bi rêya vîdeoyê yên hunermend Suavî, Şanar Yurdatapan, Kawa, Dîcle Anter, Tulîn Ozen û Husnu Arkan şandibûn hatin nîşandan.    Şev li ber stranên Aryen Kom û hunermend Kadîr Çat bi dawî bû.