HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê 2022-08-28 17:01:22   RIHA - Rêxistina HDP’a Xelfetiyê ji bo çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê li Rihayê bê lidarxistin belavok belavkirin.    Ji bo çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê de li Qada Topçu ya navçeya Halîliye ya navendî bê lidarxistin banga beşdariyê hat kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xelfetiyê di çarçoveya xebatan de li esnaf û gel belavokên ku bi kurdî û tirkî hatibûn amadekirin belavkirin. Endamên HDP’ê ku Hevserokên Navçeyê Fatma Korkmaz û Mehmet Yildirim di nav de ji bo li dijî şer bertekên xwe nîşan bidin gel vexwendin çalakiyê.    Çalakî wê 1’ê Îlonê roja pêncşemê saet di 17.30’an de li Qada Topçû were lidarxistin.