Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye 2022-08-28 16:43:52   ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat bi lêv kir ku rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê wê teqez di Roboskê de derbas bibe û diyar kir ku Roboskê ezmûna dewletê û desthilatê ye.    Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, têkildarî meha 128’emîn a Komkujiya Roboskê li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Careke din Roboskê pêk neyê” hate vekirin.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku 10 sal 128 meh, 557 û 3 hezar û 896 roj in li edaletê tê gerandin û wiha got: “Her çiqas malbat, gundek, gelek, hemû civak li edaletê bigere jî, yên ku vê şêlobûnê ava dikin, naxwazin civak kesên ku hatine qetilkirin bizane.”   ‘DARAZ ALÎGIRÊ SERWERAN E’   Kanat, diyar kir ku dewletê ji Komkujiya Roboskê heta “pêvajoya çareseriyê”, komkujiyên li herêmê pêk hatin heta îro ji bo edaletê gav neavêtin û wiha got: “Daraz, aliyê bindest, kesên hatine qetilkirin û mexdûran nagire, daraz aliyê serwer û pergalê digire. Rêya bidawîkirina bêedaletî û bêcezatiya piştî Roboskê û hemû komkujiyan pêş ketiye wê li hev civîn, têkoşîn, nedin ji bîr kirin û pergaleke ji bo hemû gelan hatiye dîzaynkirin pêkan be.”   ‘DEMBORIYA KOMKUJIYAN NÎNE’   Kanat, bi lêv kir ku li Roboskê li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Berpirsyar wê teqez derkevin holê. Hafizaya her civakê heye, her çiqas were veşartin û înkarkirin jî ev hafıza daxwaza aştî û edaletê dike. Komkujî her tim tên dubarekirin. Kesên ku dixwazin bi paşêrojê re hevrû bibin jî dewlet wan cuda ceza dike. Heta ku bi paşerojê re neyê hevrû bûn pêşeroj nikare were avakirin û pergaleke biedalet nikare were avakirin. Demboriya tu komkujiyan nîne.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ DI ROBOSKÊ DE DERBAS DIBE’   Kanat, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em aliyekî lêgerîna edaletê û jiyana bi hev re û di nava aştiyê de ne. Bi navê daxwaza edaletê ji bo Roboskê û hemû komkujiyên li dijî tundiya dewlet û desthilatdariyê, heta roja ku em bi rengekî azad li hev bicivin, edaletê misoger bikin û dawî li bêcezatiya sîstemê bi xwe bînin, em ê bi rehetî li nava nivînên xwe ranezên û nedin razan jî. Di roja 28’an a her mehê de em ê bang li her kesên ku pirsa 'weke mirov dikarim çi bikim' bikin, em ê bibîr bînin, em ê bêjin 'em bi hev re dengê xwe bilind bikin'. Roboskê ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Rêya aştî û edaletê ya li van xakan wê teqez û destpêkê di Roboskê re derbas bibe. Roboskê şerm, birîna neyê kewandin û lêgerîna edaletê ya vê axê ye.”