Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin 2022-08-28 14:26:46   STENBOL - Derbarê Midurê Şaxa Ewlehiyê yê Stenbolê Hanîfî Zengîn ê gef li kameramanê Arti TV’yê Bîlal Meyvecî xwar û nehişt nûçe bişopîne de lêpirsîn hate destpêkirin.    Derbarê Midurê Şaxa Ewlehiyê yê Stenbolê Hanîfî Zengîn ê gef li kameramanê Arti TV’yê Bîlal Meyvecî xwar û nehişt nûçe bişopîne de lêpirsîn hate destpêkirin. Zengîn ê ku bi helwest û gefên xwe yên li hemberî rojnamevanên ku çalakiya 7’ê tîrmehê ya kedkarên tenduristiyê ya ji bo doktor Ekrem Karakaya yê di dema ser peywîra xwe hat qetilkirin dişopandin de hate rojevê, bi van gotinan “Te kişand, dema min pê li lingê te kir te kişand? Heke te ne kişandibe em ê paşê hev bibînin!” gef li kameraman Bîlal Meyvecî xwari bû. Li ser vê yekê Yekeya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) derbarê Hanîfî Zengîn û polîsên din ên dibe ku tev li bûyerê bibin de ji sûcên “bikaranîna ne baş a peywîrê” , “gef” û “binpêkirina azadiya kar û xebat” serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û giliyê wan kir. Di serlêdanê de qeyda dîmen a bûyerê jî hat pêşkeşkirin û hat xwestin ku kesên weke şahid agahiyên wan hatine dayîn bên guhdarkirin. Di serlêdanê de her wiha hat xwestin ku der heqê gumanbaran de lêpirsîn bê vekirin û di encama lêpirsînê de doz were vekirin û prensîbên giştî yên azadiya çapemeniyê tê de cih girtin.    Li gorî nûçeya Eylem Sonbahar a ji MLSA’yê piştî nirxandina giliyê Miduriyeta Lijneya Îdarî ya Walîtiya Stenbolê ji parêzerên Meyvecî re ragihandiye ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Polîsan lêpirsîn hatiye destpêkirin.