Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir? 2022-08-28 11:50:06   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesaba Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û ev pirs jê pirsî: “Malbata vê dayikê (Emîne Şenyaşar) kê lê nexweşxaneyê qetil kir?”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 538’emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber edliye girtî ye, nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir têkildarî gotinên wî yên “Li vî welatî kes nikare derkeve û bêje ‘AKP mudaxileyî tarzê me yê jiyanê dike’ bike” ku di merasîmeke vekirinê ya li navçeya Aydincik a Yozgatê de gotibûn ev peyam parve kir: “Malbata vê dayikê (Emîne Şenyaşar) kê lê nexweşxaneyê qetil kir? Nebin şirîkê vê zilmê. Cih: #riha #şerimkirin (utanmak).”