Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin 2022-08-28 09:03:22   RIHA - Derket holê ku girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de hat qetilkirin, di sala 2021’ê de gava sewqî ATK’a Stenbolê hatiye kirin, bi hinceta ku "pereyê wî" tune bûye di rê de cendirmeyan 4 rojan xwarin nedaye wî.    Hat hînbûn ku girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) ku di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 2'yan hat qetilkirin, di dema sewqkirina Saziya Tiba Edlî (ATK) de 4 rojan xwarinê nedane wî.    Hat diyarkirin ku Yilmazê di 8'ê Sibata 2021'ê de ji ber nexweşînên xwe yên giranbûyî sewqî Lijneya Pisporiyê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatiye kirin, di 4 rojên rêwîtiyê de tu lazmatiyek wî nehatiye bicîanîn. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand nîşeyên ku Yilmaz bi xwe nivîsîne. Di vê nîşeyê de ku hevalên qawîşê yên Bazo Yilmaz gihandine malbatê, hatiye nivîsandin ku di rêwîtiyê de cendirmeyan bi hinceta "pereyê wî tune ye" xwarin nedane wî. Nîşeyên ku Yilmaz ew nivîsîne ev in:    ‘XWARIN XWARIN TIŞTEK NEDAN MIN'   “8.02.2021 saet 08.00: Derketina ji Rihayê.     16.00: Li Pozantiyê xwarin xwarin, tiştek nedan min.    20.00: Li Bolûyê xwarin xwarin, tiştek nedan min.     24.00: Li Metrîsê mam. (Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Metrîsê) 09.02.2021     : Li Metrîsê nîvro û êvarî xwarin dan. 10.02.2021 saet 08.00: Ji Metrîsê ber bi Tiba Edlî ve (Lijneya Pisporiyê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî)    11.00: Vegera ji Tiba Edlî.     19.00: Em li Sîncana Enqereyê razana, dîsa xwarin tune. 11.02.2021 saet 11.00: Derketina ji Sîncana Enqereyê.    16.00: Li Pozantiyê xwarin xwarin.     19.00: Li Baxçeyê Osmaniyeyê çay vexwarin.     23.00: Em gihaştin Riha T2'yan."   ‘JI BER PERE TUNE XWARIN JÎ TUNE'   Yilmaz, tiştên ku di wê rêwîtiyê de hatine serê wî û ew nivîsandine ji hevalên xwe yên odeyê re jî gotine. Yilmaz, di nîşeyên xwe de diyar kiriye ku di roja ewil a rêwîtiyê de li Pozantiyê sekinîne û gotiye: "Em çar rojan çûn û hatin, xwarin nedan min. Dema ku li Pozantiyê, nîvro ji bo navrojê navber hat dayîn, cendirmeyan derî vekir û ji min pirsîn bê ka pereyê te heye yan na. Ji ber ku ne mimkun e ku pereyê nakît bi girtiyan re hebe, min got tune ye. Peywirdar ji min re got, 'pere tune be, xwarin jî tune ye.' Wan xwarin xwar, lê nedan min. Rojên din jî bi hinceta ku pereyê min tune ye xwarin nedan min.” Yilmaz wê demê ji bo malbata wî li ber nekeve ji hevalên xwe yên odeyê rica kiriye wan nîşeyan bi çapemeniyê re parve nekin. Yilmaz piştî sewqê bi salekê hevdîtin bi xizmên xwe re kiriye û behsa vê sewqa navboriye kiriye û gotiye: “Salek derbas bû lê min pir zehmetî kişand. Di rê de tasek av jî nedan min. Ez birçî çûm, birçî hatim.”   ‘DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Li gorî xala 4’an a Rêziknameya Derbarê Îaşeya Personelên Girtîgehan û Mehkûm û Girtiyan de: “Xweyîkirina personelên li ser kar û girtî û hikumxwaran wekî hev e. Ji bo personelan xwarin û tabldotên taybet nayên dayîn. Ji bo girtî û hikumxwar û perosnelên sewqî dadgeh û nexweşxaneyê tên kirin kûmanya tê dayîn." Çendî di rêziknameyê de wiha hatibe nivîsandin jî, lê bi awayekî "kêfî" xwarin nedane Yilmaz. Yilmazê ku di dema sewqkirinê de 4 rojan xwarin nedane wî, ATK rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî.    ‘LI SER SEDYEYÊ MIRINA BI KELEMÇE’   Yilmazê ku li girtîgehê tenduristiya wî xirab bûye, di 13'ê Tebaxê de rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Têkildarî rewşa Yilmaz parêzerên wî cardin ji bo sewqî ATK’ê bê kirin serî li dozgeriyê dane. Dozgeriyê jî biryar daye ku Yilmaz sewqî Lijneya Pisporiyê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bê kirin ku Yilmaz di 8'ê Sibata 2021'ê de sewqî wê hatibû kirin û ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dabû wî. Lê belê bi hinceta "ewlehiyê" dema sewqkirina wî nehatiye ragihandin. Gava Yilmaz di 18'ê Tebaxa 2022'yan saet di 23.45'an de jiyana xwe ji dest daye, hatibû îdiakirin destê wî bi sedyeyê ve kelemçekirî bûye. Hatibû hînbûn ku berî Yilmaz jiyana xwe ji dest bide bi rojekê dê cardin sewqî Serokatiya ATK'ê bihata kirin. Di forma epîkrîzê ya nexweşxaneyê de mirina Yilmaz wekî "mirina xwezayî" hatiye tomarkirin.    ‘NIKARE ÊDÎ GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Li girtîgehê hevalên odeyê yên Yilmazê ku bi amûra oksijenê jiyana xwe didomand, di 20'ê Sibatê de faksek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê re şandine û gotine: "Bazo Yilmaz ev demeke dirêj e di halekî wisa de ye ku hema bibêje tenê dikare çend pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bîne. Di nava nivînan de ye. Em hevalên wî ku her tim li cem wî ne, em naxwazın rapora wî ya 'dikare di girtîgehê de bimîne' lêpirsîn bikin. Lê belê tiştam dizanin ev e ku qethiyen nikare demek din jî di girtîgehê de bimîne."    NEXWEŞIYA PIŞIKA KRONÎK, ASTIM   Bazo Yilmaz di 12'ê Kanûna 2016'an de ji ber lêpirsîneke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tevî 284 kesan hatibû binçavkirin. Yilmaz tevî ku nexweşiya pişikê ya kronîk (COPD) û astimê pê re hebû jî 25 rojan di hêwaneke sporê ya şert û mercên wê xirab de di binçava de mabû û paşê tevî 80 kesan hatibû girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.   MA / Emrûllah Acar