Cerdevanan êriş bir ser jinan 2022-08-27 22:24:03   MÊRDÎN - Li gundê Kelehkê yê Midyadê cerdevanan ku li çar jinan xistin. Cerdevanan berê çekên xwe jî dane jinan.    Li mezrika Çinarê ya gundê Kelehkê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê, cerdevanan êriş bir ser jinan. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin cerdevanan xwestiye TIR'ekê deynin têketina gund. Gundî jî bertek nîşan dane û paşê gundî cerdevan ketine qirika hev. Piştî ku cerdevanan li du kesan xistiye, gundiyên din jî hatine cihê bûyerê. Cerdevanan bi kevir û daran li jinên hatine cihê bûyerê xistine. Cerdevanên ku çek spartine jinan, serê wan û milên wan jî şikandine. Piştî ku bûyer mezin bûye cerdevan ji gund derketine. Adla Orhan, Mesûde Orhan, Dîlan Orhan, Rîfha Orhan û Fethûllah Orhan ên di êrişa cerdevanan de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.   Ji jinên ku rastî lêdanê hatin Adla Orhan jî wiha got: “Nêzî 20 kes bûn, êriş kirin. Min ji wan re got wiha nekin. Kevirê di dest xwe de li serê min xist. Min ew nas dikirin. Yek jê îşligê wî sor, ê din jî îşligê wî şîn bû." Birîndar Dîlan Orhan jî anî ziman ku dema xwe amade dikirin ku ji gund derkevin rastî êrişa cerdevanan hatin. Orhan got: "Cerdevanan pêşiya me girt. Li me xistin, çek kişandin û gef li me xwarin. Serê bavê min şikandin, dêya min avêtin erdê û bi pehîna lêxistin. Milê bavê min şikandin û bi keviran li serê wî xistin."