Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin 2022-08-27 16:40:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaneya Ragihandinê ya Iraqê ragihand ku li çiyayê Qereçoxa Mexmûr û Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê operasyonek nû hatiye despêkirin û stargehên çeteyan hatine bombekirin.   Li gor agihiyên nûçeyekî Rojnewsê Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê Hêzên Iraqê piştî dawiya qonaxa pêncem a Operasyona ‘Cesareta Polayî’, qonaxa şeşem a operasyonê dane destpêkirin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi balefiran navend û stargehên çeteyên DAIŞ’ê tên bombebarankirin. Di berdewama daxuyaniyê hat ragihandin ku bombebaran bi balefirên 159-L li navçeya Zabî ya bajarokê Hewîce yê li ser sînorê di navbera fermandariyên operasyonên Kerkûk û Nînowayê de hatine encamdan.   Herwiha fermandarê Xwebexş ê Pêşmerge Xazî Feysel jî ragihand ku danê siharê balafirên Hêzên Hevpeymana dijî DAIŞ’ê navend û stargehên çeteyên DAIŞ’ê yên li çiyayê Qereçoxê ya ser bi navçeya Mexmûrê gelek caran bombebaran kirine.   Xazî Feysel da zanîn ku armanca bombebaranê hewldana tunekirina tevgerên çeteyên DAIŞ’ê yên li çiyayê Qereçox a Mexmûrê ye.