Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023 2022-08-27 15:01:36 ENQERE - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu cara 41’emîn daxuyaniya, “Wê heta dîroka 29’ê cotmeha 2023’yan terorîstek nemîne” da.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku ji aliyê muxalefetê wek “Wezîrê Karên Sûc” tê binavkirin, li navçeya Umraniyeya Stenbolê serdana esnafan kir. Soylû di serdanê de têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da. Soylû yê ku beriya niha bi demekê gotibû, “Em ê ala tirk li Qendîlê daliqînin” îro jî gotin û daxuyaniyên xwe yên berê dubare kir û vê îdiayê kir: “Heta dîroka 29’ê cotmeha 2023’yan wê di nav sînorên welatê me de terorîstek nemîne. Em heta nimreya pêlavên wan jî dizanin.”    EV DAXUYANIYA 41’EMÎN A ‘QEDANDINÊ’ YE    Soylû ji roja ku ji sala 2016’an ve hatiye ser wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî û heta îro gelek caran daxuyanî, gotin û dîrokên bi vî rengî dan. Lê sal û zeman bi ser gotin û daxuyaniyên Soylû re derbas bûn û heta niha wî 40 daxuyaniyên bi vî rengî daye û ev bû cara 41’emîn heman daxuyaniyê dide.