Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin 2022-08-27 14:05:04   DÎLOK - Li Dîlokê çawişê pîspor ê bi navê Tûrgan Kulcu, li parkê hat kuştin.   Welatiyan li parkek Dîlokê li ser kamelyayekê cenazeyê zilamekî dîtin. Piştî ku welatî agahî dan, polîs û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyer lê qewimîbû. Tîmên ku hatibûn diyar kirin ku kesê hatiye kuştin çawişê pispor Tûrgay Kulcu (40) ye û gule ji serê xwe xwariye û hatiye kuştin. Cenazeyê Kulcu ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.