Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn 2022-08-27 13:17:26   NAVENDA NÛÇEYAN -  Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'ê yên Amedê, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windakiriyan pirsîn u xwestin kujer bên darizandin û windakirî bên dîtin.   Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 707’emîn de çalakiya heftane ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizndin” li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Xizmên Windakiriyan li ber Birdariyê kom bûn û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiya îro de li aqûbeta Osman Bûlûttekin hat pirsin.   NÎVÊ ŞEVÊ LÊŞKERÊN BI ÇEK SER MALÊ DE GIRTIN   Çîroka windakirina Osman Bûlûttekin ji aliyê endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Akdenîz bi lêv kir ku Osman Bûlûttekin bavê 7 zarokan bû û dema gundê wan Hewrîkê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê ji aliye leşkeran ve tê şewitandin ji navçeya Pasûrê bar dikin. Akdenîz anî ziman ku 23’ê tebaxa sala 1995’an de ji ber şer hatin û çûyina navçeyê hatiye qedexdekirin û ji wê şevê 4 leşkerên bi çek ku gotine em ji emniyetê tên bi ser mala Osman Bûlûttekin de girtine û wiha qal kir: “Ji Osman Bûlûttekin re dibejin, ‘Kare me bi te heye’ û wî bi zorê ji malê derdixin dibin. Di dema serdegirtina malê de kabloyên telefona malê jî ji aliyê leşkeran tê birîn. Osman Bûlûttekîn bi bi kincên şevê û şimikê bi darê zorê ji malê derdixin û dibin.”    BERIYA WINDAKIRINÊ GEFA KUŞTINÊ LÊ HATINE XWARIN    Akdenîz diyar kir ku wê şevê ciranê Osman Bûlûttekin ku şahidî bûyerê bûn dibêjin ku Osman li erebê siwar kirine û birine girê ku di bin kontrola leşkeran de ye û piştî vê agahiye jî malbata  Bûlûttekîn  dixwazin biçin wir lê ji ber ku ew der hatiye qedexekirin destûra çûyinê nadin malbatê. Akedenîz da zanîn ku beriya ku Osman Bûlûttekîn bê windakirin salek û 2 meh li girtîgeha Amedê ragirtî maye û berî windakirinê 3 meh jê re telefon dihatin û gef lê dihatin dixwarin. Akdenîz bi lêv kir ku malbata wî serî li Emniyeta Pasûrê û Fermandariya Cendermeyan dide û ji wir emniyet ji dayika wî re gotiye ‘Me nebiriye lê em soz didin ku em ê wî bibînin’. Akdenîz bi lêv kir ku piştî windakirinê hemû serledanên malbatê encam negirtine û ji wê rojê ve winda ye.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 543'yemîn de li ber Birdariya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya heftane li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Hevserokê ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz axivî û ji bo Mehmet Emîn Çelîk ê di 28'ê tebaxa 1994'an de li navçeya Hezo ya Êlihê hat qetilkirin edaletê xwest û xwest kujer bên darizandin.      ÎZMÎR    Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê li dar xist û li aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 21'ê mijdara sala 1980'yî de li Stenbolê hat windakirin pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê Canar Canli serpêhatiya windakirina Eren xwend.