Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin 2022-08-27 11:15:06   RIHA – Malbata Şenyaşar a di roja 537’emîn de têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne diyar kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin.     Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 537’emîn de berdewam dike. Malbat çalakiya nobedê ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam dike.    Malbat li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal tevî wêneyek ji çalakiya xwe ve ev peyam parve kir: “Em li gel berf, zivistan, havînê, tevî her cure zext, tehdît û cihêkirinê bi tena serê xwe ji bo edaletê ketin rê. Mafdarbûyîna me li cîhanê hat bîhistin. Dayê ji bo her kesê edaletê dixwaze û gelek westiya. Şerm e yên ku tên mudaxileyê wê dikin."