Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne 2022-08-27 09:02:04   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglû ku bal kişand ser helwesta niha ya CHP'ê ya ji bo projeya "Rêya ODTU"yê ku CHP'ê berê ji her kesî bêtir bertek nîşanî wê dida, got: "Rêya rantê niha bûye rêyeke ku Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Milletê bi hev re ji bo wê xwe li nedîtinê datînin."    "Projeya Rêya Hawidorê ya Bûlwara Bilkent-Încek"ê ku Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê yê berê Melîh Gokçek ew di sala 2017'an de dabû destpêkirin, niha ji aliyê Şaredar Mansûr Yavaş ve tê domandin. Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) di 26'ê Tîrmehê de li zanîngehê makîneyên kar asteng kirin û xebatên projeyê yên li kampusê rawestandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû ku di 28'ê Tîrmehê de li ser rêya ODTU'yê tevlî çalakiya Komeleya Mezûnên ODTU'yê bûbû, têkildarî helwesta CHP'ê ya ji bo vê projeyê axivî ku proje di dema rêvebiriya AKP'î de hatibû destpêkirin û niha ji aliyê rêvebiriya CHP'î ve tê domandin.    Gergerlîoglû bêdengiya CHP'ê rexne kir û got: “Dema ku Melîh Gokçek di sala 2017’an de hewl da vê yekê bike, parlamenterên CHP’ê bi awayekî zelal, tûj û bi dengekî bilind îtîraz kirin. Lê niha çi qewimî ku deng ji wan nayê. Ev nayê qebûlkirin. Ew bi hêzê mirovan îmtihan dikin û CHP îmrihaneke mezin winda dike."   ‘TIFAQA CUMHÛR Û MILETÊ BI HEV RE NE'   Gergerlîoglû bibîr xist ku navê rêya ODTU'yê wekî "Rêya Rantê" tê binavkirin û got: "Ji ber ku şaredarê partiya wî Mansûr Yavaş vê rêyê çêdike deng jê dernayê. Ev yek bi tu awayî nayê ravekirin. Ev, tê wê wateyê ku ger sibe dusibe bibin desthilatdar, dê xeletiyên pir mezintir bikin." Gergerlîoglû anî ziman ji ber ku di rêya ODTU'yê de berwejendiyên hevpar ên Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê hene, deng ji wan dernayê û got: "Dibêjin bila şaredar neperite û em şaşiya tê kirin ji nedîtî ve bên. 'Rêya Rant'ê niha bûye rêyeke ku Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Milletê bi hev re ji bo wê xwe li nedîtinê datînin. Bi rastî jî ev, rewşeke ji bêdengiya parlementerên CHP'ê wêdetir bi pirsgirêk e. Nexwe li holê bûyereke rantê ya di ser hemû fikr, nasname û bîrdoziyan re heye. Ev yek girîngiya tifaqeka sêyemîn berbiçavtir dike."   Gergerlîoglû diyar kir ku divê tifaq ne li aliyê rantê, li aliyê demokrasiyê bin û wiha got: “Li hemberî Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Miletê ku du versîyonên cuda yên heman parçeyê ne, tifaqeke Demokrasiyê pêwîst e. Gava mesele dibe rant, mixabin desthilat û muxalefet tên cem hev. Fikirên xwe datînin aliyekî, rant derdikeve pêş. Hebûna tifaqeke ne li ser esasên rantê, li ser esasên demokrasî û mafên mirovan, pir girîng e. Li vir ev ferq derdikeve holê. Lewma em dibînin ku Tifaqa Demokrasiyê gelekî girîng e û di vê îmtîhanê de hem Tifaqa Cumhûrê hem jî ya Miletê têk diçin."   ‘GELÊ ENQEREYÊ DIXAPÎNIN'   Gergerlîoglû sozên CHP'ê yên têkildarî projeya meseleya navborî bibîr xistin û got: "Em dizanin ku CHP'ê wextekê bi zimanekî tûj ev proje red kir. Lê bêdengiyeke mezin heye û projeyê tê temamkirin. Ev, di warê siyasî de krîzeke girîng e. Siyasetmedar li ser sozên xwe nasekinin û û gelê Enqereyê dixapînin. Ji ber ku bi sozên xwe hatin û gel ji dil û can dengên xwe dan wan û li hemberî têkoşîneke mezin CHP'yê li kêleka xwe dîtibûn, lê niha CHP bêdeng e. Hem civata ODTU'yê hem jî gelê Enqereyê ji ber vê pir nerihet in. Civata ODTU'yê jixwe têkoşînek mezin dimeşîne. Ya rast em dibînin ku li vir mirov tên xapandin. Divê hesabê vê jî bê dayîn."   ‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA ODTU'YÊ NE'   Gergerlîoglû anî ziman ku Tîfaqa Ked û Azadiyê li cem têkoşîna ODTU'yê ye û wiha dewam kir: “Min bi xwe jî piştgirî da çalakiya wan, ez derketim qadê, çi ji destê min hat min kir û li hemberî rêya li nav erdê ODTU'yê tê çêkirin rabûm. Me HDP'ê ev yek li Meclîsê jî anî rojevê û me pêşniyazname jî dan. Em li Meclîsê têdikoşin. Em li cem têkoşîna ODTU'yê ne. Hêvîdarim ev şaşî demildest bi dawî bibe û CHP û Tifaqa Milletê jî li hember vê helwesteke zelal nîşan bide kesên neheqî li wan tê kirin û xweza xweza bi ser bikeve.”