ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir 2022-08-26 18:05:38 WAN - ATK'ê bi hinceta ku "wergêrê kurdî tune ye" guh li çîroka girtî Makbûle Ozer a 80 salî nekir. ATK, dê rapora xwe li gor raporên berê amade bike.    Makbule Ozer (80) ku di 9'ê Gulanê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin, çendî nexweş e jî nayê berdan. Ozer a di Girtîgeha Wanê de ye, herî dawî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. Li gorî agahiyên ku parêzer Dîlan Kûnt ragihandine, ATK'ê bi hinceta ku "wergêrê kurdî tune ye" guh li giliyên Ozerê nekiriye. Kûntê ragihand ku ATK’ê ji Ozerê re gotiye, "Jixwe li ber destê me rapor heye. Ne hewce ye tu tiştekî bibêjî." Her wiha Kûntê da zanîn ku dê ATK rapra derbarê Ozerê de hefteya bê eşkere bike. Piştî biryara ATK'ê girtiya nexweş Ozer cardin sewqî Girtîgeha Wanê hat kirin.    ‘REWŞA WÊ NEBAŞ E'   Kênt ku çû girtîgehê cem Ozerê, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Makbûle Ozer her diçe xirabtir dibe. Kûntê got: "Makbûle Ozer got, 'reaksiyonên wê yên alerjîk zêde bûne, laşê wê şîn bûye û êdî naxwaze li vir bimîne.'"   Kûntê da zanîn ku dê derbarê tenduristiya Makbûle Ozerê de raporeke berfireh amade bikin û bi çapemeniyê re parve bikin.