Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye 2022-08-26 17:52:47       ÎZMÎR – Songul Îlker ku çalakiya xwe ya li ber girtîgehê ya ji bo dermankirina kurê wê yê nexweş Ekîm Polat didomîne, bang kir: "Li ber polîtîkaya qetilker a desthilatê bêdeng nemînin."   Çalakiya rûniştinê ya Songul Îlkerê ya li ber Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê ku ji bo kurê wê yê nexweş Ekîm Polat bê dermankirin daye destpêkirin, di roja 12'an de ye. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Polat jî ku ji bo mafê dermankirinê daye destpêkirin di roja 26'an de ye.    Dayik Îlker dubare kir ku mafê dermankirinê yê kurê wê tê binpêkirin û got: “Kurê min 26 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo ku dengê kurê min bê bihîstin û zext bi dawî bibin, ez li vir im. Divê saziyên erkdar tevbigerin. Yan na ger tiştek bê serê kurê min berpirs ew in. Kurê min ê li ber çavê her kesî ber bi mirinê ve diçe. Ev bêdengî, li bara me malbatan dibe cihê hêrsê. Li ber polîtîkaya qetilker a desthilatê bêdeng nemînin."