Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin 2022-08-26 15:49:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Di operasyonê de 27 DAIŞ'î hatin girtin, 4 tunelên şer hatin tespîtkirin.    Operasyona bi navê "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Kampa Holê daye destpêkirin di roja 2'yemîn de berdewam dike. Di operasyona bi piştgiriya HSD'ê, YPJ'ê û YPG'ê hatiye destpêkirin de, tê armanckirin ku DAIŞ'iyên di nava gel de xwe veşartine bên girtin.      Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Hundirîn dane, endamên DAIŞ’ê di wargehê de 43 êriş pêk anîne. Di êrişan de 14 jê jin 2 jê zarok 44 kes hatine kuştin. Di van êrişan de demanceyên dengbir û amûrên bi bir hatine bikaranîn.    OPERASYON BERDEWAM DIKE   Di operasyonê de heta niha 27 endamên DAIŞ’ê hatin girtin. Her wiha 4 tunelên ku DAIŞ’î xwe lê veşêrin kolane hatin dîtin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi dagirtina tunelan a bi axê kir.    Li Wargeha Holê 54 hezar û 390 koçber û penaber dimînin. Ji van 27 hezar û 816 jê Iraqî ne, 18 hezar û 483 jê Sûriyeyî ne û 8 hezar û 91 jî ji malbatên endamên DAIŞ’ê pêk tên.