HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da 2022-08-26 14:14:47 ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan Fatma Kûrtalan ji bo Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê ketiye bê berdan serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da.     Aysel Tûglûk a ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin, tevî ku nexweşiya wê ya demansê pêş ketiye jî nayê berdan. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan Fatma Kûrtalan ji bo Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê ketiye bê berdan serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê (KDK) da.   Di Serlêdana KDK’ê de giliya Wezareta Dadê û Saziya Tiba Edlî hate kirin û hat bibîrxistin ku derbarê Aysel Tûglûkê de gelek saziyan raporên ji ber nexweşiya wê ya demensê pêş ketiye nikare pêdiviyên xwe yên sereke çareser bike amade kirine. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Saziya Tiba Edlî jî di heman çarçoveyê de raporek amade kiribû û li gor vê raporê pêşketina nexweşiya Tûglûkê hatiye tespîtkirin. Di serlêdanê de ev gotin hatin gotin: “Li gel vê yekê raporên ku ‘dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne’ tên amadekirin. Aysel Tûglûk a ku bi tena serê xwe nikare li girtîgehê de jiyana xwe bidomîne hê jî li girtîgehê tê ragirtin. Ji ber ku tu bersivên ji bo berdana Tûglûk bi erênî nehatine dayîn, nexweşiya Tûglûk pêş ketiye û ji ber encameke neyînî dernekeve holê me pêdivî bi serlêdana li saziya we dît.”   Di serlêdanê de ji bo berdana Tûglûkê ji KDK’ê ev tişt hate xwestin: “Ji bo ku nexweşiya Tûglûkê di qonaxeke girîng de ye û rastî binpêkirina mafekî ku neyê telafîkirin neyê, divê şert û mercên berdana wê bên avakirin.”