Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin 2022-08-26 10:39:09 ÊLIH - Siyasetmedarê kurd Mehmet Candemîr ê li girtîgehê hate qetilkirin, ji bo azadiya gelê xwe her tişt da ber çavên xwe di rêya beriya 40 salan ketiyê de gelek caran hate binçavkirin, girtin û sirgunkirin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê yê berê û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Candemîr (60) di 15’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê ku lê dihat ragirtin, hate qetilkirin. Candemîr ê zewicî bû û 4 zarokên wî hebûn di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê ya kurd nas kir. Candemîr ku bi Mahsûm Korkmaz (Egît) ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê ye dest bi têkoşînê kir, li pêşberî girtin û binçavkirinan tu carî bi paş ve gav neavêt. Candemîr ê di salên 1980’î de gelek caran hate binçavkirin, her pêvajoya binçavkirina wî bi îşkenceyê derbas bû. Di sala 1987’an de li navçeya Êlihê ya Sêrtê hate binçavkirin. 36 rojan îşkence dît û pişt re şandin Zîndana Hejmara 5’an a Amedê ku bi îşkenceyê dihat zanîn. Candemîr piştî hat girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya wê demê ve bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hat birîn û piştî 14 salan girtî ma di 2002'an de bi qanûna ku di 22’ê kanûna 2000'an de hat derxistin hat berdan. DERBARÊ WÎ DE GELEK DOZ HATIN VEKIRIN   Candemîr ku piştî hate berdan têkoşîna xwe domand, di vê serdemê de gelek caran hate binçavkirin û derbarê wî de gelek doz û lêpirsîn hatin vekirin. Di navbera salên 2015-2016’an de bi sûcên “endametiya rêxistinê”, “dijderketina li qanûna bi hejmara 2565 a herêmên qedexe û ewlekariyê yên leşkeri”, “alîgiriya sûcdar”, “ji bo wezîfeyê nede kirin li ber xwe dan”, “Dijderketina li Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi Hejmara 2911'an” û “Talankirina bi armanca sûdwergirtina ji rêxistinê” hate sûcdarkirin. Candemîr ku ji 5 dozên têkildarî sûcdariyan beraet kir, di 19’ê îlona 2015’an de bi îdiaya ku li dijî qanûna bi nimreya 2911’an derketiye 2 sal ceza lê hate birîn. Candemîr, ku di navbera salên 2014-2016’an de Hevserokê DBP’ê yê Êlihê bû, di Kongreya Asayî ya 4’emîn a DBP’ê de ku di 29'ê gulana 2016’an de pêk hat, weke endamê Meclîsa Partiyê (PM) hate hilbijartin.   DÎSA HATE GIRTIN   Candemîr ê ku di 21'ê Îlona 2016'an de Êlihê di encama serdagirtina malan li navçeyên Hezo û Sasonê yên bi hinceta “di pêvajoya hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de di komîsyonên îqnakirinê de cih girtiye” hat binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hat girtin. Candemîr ku ji 2016’an ve girtî bû, di 17’ê çileya 2021’an de 17 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    BI HEZARAN KES XWEDÎ LÊ DERKETIN   Candemîrê ku emrê wî bi têkoşînê derbas bû, di 15’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê ku lê dihat girtin, hate qetilkirin. Rêveberiya girtîgehê ku li malbata wî ya li Êlihê dijî geriya, îdia kir ku Candemîr ji ber krîza dil li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Candemîr, ji aliyê hezaran kesan ve li Goristana Asrî ya Êlihê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate definkirin.    ‘KESEKÎ KU QASÎ DI OXIRA WÊ DE BIMIRE JI JIYANÊ HEZ DIKIR BÛ’   Hevjîna Candemîr, Makbûle Candemîr ku hevjînê xwe weke “Kesekî ku qasî di oxira wê de bimire ji jiyanê hez dikir bû” penase kir, bi lêv kir ku hevjînê wê demekî dirêj di girtîgehê de ma û ew jî ji bo hevdîtinê gelek caran çûye girtîgehan. Makbûle Candemîr, berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema hevjînê min hate girtin Alî 2, Zeynep 3, Mahsûm jî yek salî bû. Dema ewilî hate binçavkirin 36 rojan îşkenceyeke giran lê hate kirin. Êdî hevalên wî dikarîn bi kevçî avê bidinê. Pişt re derxistin dadgehê û 36 sal ceza lê hate birîn. Li Girtîgehên Amed, Erzîncan, Ceyhan, Sêrt, Mûş, Gimgim û Bismilê gerandin. Piştî 15 salan hate berdan lê zext bi dawî nebûn.”   JIYANA WÎ DI GIRTÎGEHÊ DE DERBAS BÛ   Candemîr, diyar kir ku hevjînê wê zilmeke gelek mezin dît û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî meha derbasbûyî em çûbûn hevdîtinê û me karîbû tenê 45 deqîqeyan hevdîtinê bikin. Girtîgehê têkildarî nexweşbûna wî de tiştek parvenekir. Tenê dema jiyana xwe ji dest dan agahiya ku krîza dil derbas kiriye dan. Dema ku krîza dil derbas kir an jî dema ew rakirin nexweşxaneyê diviyabû agahî ji me re bihata dayîn. Lê tu agahiyek nehat dayîn. Herî dawî dema li min geriyan gotin ku hevjînê min krîza dil derbas kiriye û anjiyo bûye. Ne ji zarokên xwe ne jî ji neviyên xwe têr bû, jiyana wî her tim di girtîgehê de derbas bû. Zarokên wî, neviyên wî û hevrêyên wî wê têkoşîna wî ya bi rûmet bidomînin. Ji bo gel têkoşiya. Ji bo gelê xwe azad bibe her tişt da ber çavên xwe. Rojekê jî poşman nebû. Her tim di nav lêgerîna ‘ez ê çawa dikarim çêtir bikim’ de bû.”    PAŞ VE GAV NE AVÊT   Kurê Candemîr Alî Candemîr jî wiha got: “Ji zarokatiya me ve dema me di rêyên girtîgehê de derbas bû. Serê me bilind e. Ji ber ku bavê min li cihekî birûmet têkoşiya û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest da. Li cem bavê min bêzar bûn tune bû, li cem wî her tim avakirina jiyanê hebû. Ji bo nasname û zimanê xwe her tim têkoşiya. Em ji bavê xwe têr nebûn, temenê wî her tim di girtîgeh û îşkenceyan de derbas bû. Tu carî paş ve gav neavêt.”   HEVDÎTINA XWE YA DAWÎ VEGOT   Alî Candemîr, bi lêv kir ku mirinên li girtîgehan çêdibin ne tesaduf in û hevdîtina xwe ya dawî ya bi bavê xwe re wiha vegot: “Dema herî dawî min di 26’ê tîrmehê de bi bavê xwe re hevdîtin kir, ji min re gotibû ku girtî nayên dermankirin û wan nabin nexweşxaneyê. Bavê min têkildarî xwe zû bi zû tiştek ji malbatê re venedigot. Demek rewşa wî hatibû asta ku neyê tehamûlkirin.”   HETA BÊHNA XWE YA DAWÎ TÊKOŞIYA   Kekê Mehmet Candemîr, Ahmet Candemîr jî qala girîngiya têkoşîna kekê wî daye kir û bi lêv kir ku heta bêhna xwe ya dawî têkoşiya. Ahmet Candemîr, anî ziman ku tevî hemû hewldanên astengkirinê bi hezaran kes tev li merasîma cenaze bûn, 3 rojan bi awayekî girseyî serdan çêbûn û got: “Ev xwedî derketin bandora ku têkoşîna birayê min dabû bû.”    MIRINA WÎ BIGUMAN E   Ahmet Candemîr, diyar kir ku mirina kekê wî Mehmet Candemîr “biguman e” û wiha axivî: “Di 12’ê tebaxê de li min geriya. Ji min re got ‘tu li malê yî mûsaît î?’. Min jî got ez li dikanê me. Ji min re got ‘Here malê ez ê dora saet 19.30 û 20.00’an li we bigerim. Dixwazim bi zarokan re biaxivim. Min krîz derbas kiriye, rewşa min baş e, dema tu derbasî malê bûyî em ê biaxivin’. Saet di 19.30’an de li malê bûn. Geriya min hoparlora telefonê vekir û tiştên jiyayî wiha vegot: ‘Destê min di tevizî, xwedan hebû. Ji ber wê xwedanê heval li rêveberiyê geriyan. Rêveberî hat ez rakirim nexweşxaneyê. Ji min re gotin ji sedî 95 demara min girtî ye û anjiyo kirin. Niha ez baş im’. Di 15’ê tebaxê de jî agahiya mirina wî dane me.” Candemîr, bi lêv kir ku geşedanên ku gumanan xurt bikin pêk hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di destê me raporên nexweşxaneyê nînin. Bi rastî jî demar vekirine venekirine em nizanin. Em ê giliyê wan li Wezareta Dadê bikin. Dema cara ewil krîza dil derbas kir, girtîgeh li me negeriya û em agahdar nekirin. Piştî ku anjiyo bûye sê rojan li nexweşxaneyê dimîne. Sê rojan qet li me negeriyan. Piştî ku ew anjiyo dibe ji nexweşxaneyê derdikeve li me diğere û agahiyê dide. Kesê lê binere jî nîne. Belku bi dermanên xelet hate tedawîkirin, belku demarên wî nehatin vekirin, em nizanin û bifikar in.”     MA / Mehmet Guleş - Fethî Balaman