Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê 2022-08-26 09:02:39 AMED - Jêrebihûra Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê ji ber ku nayê paqij kirin, kes nikare bi kar bîne. Welatîyên bertek nîşanî vê yekê dan, diyar kirin ku ew der bûye cihê kêşana tiryakê û xwestin were paqijkirin. Li Semta Ofîsê ya navçeya Yenişehîr a Amedê ji ber ku jêrzemîna “Jêrebihura Ofîsê” nayê paqij kirin, welatî nikarin bi kar bînin. Welatî ji bo ku bikarin derbasî aliye din bibin nikarin jêrebihûrê bikar bînin û bi ser bariyerên rê de tên û diçin. Ew bariyer jî ji bo jiyana welatiyan dibe sedema xeteriyan. Welatiyên ku li navçeyê dijîn bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku ‘Jêrebihûra Ofîsê’ bê paqijkirin.    ‘ŞAREDARIYA HDP'Ê PAQIJ DIKIR LÊ YA QEYÛM NAKE’   Welatiyê bi navê Mihemed Demîr bertek nîşan da û got ku ev demekî dirêje di vî halî de ye û şaredarî jî lê na nêre û paqij nake. Demîr, da zanîn ku gava şaredarî di destê HDP’ê de bû her tim dihat paqijkirin û wiha got: “Lê piştî ku bi qeyyûm dest danîn ser şaredariyê tû paqijî jî nehat kirin. Ez her tim di wir de derbas dibim. Ji bo ku jêrebihûr nayê paqij kirin ez neçar dimînim ku li ser bariyeran derbasî aliye din bibim. Divê ew der bê paqij kirin. Bila qeyyûm karê xwe bike.”   Welatiyê bi navê Bariş jî anî ziman ku ew nikarin bi rihetî di jêrebihûrê de bên û biçin û mecbûr dimînin ku xwe ji ser bariyeran de biavêjin. Bariş, diyar kir ku bêhnek gemar ji jêrebihurê tê û got: “Ji bo tendûristiyê jî bixeter e, ji ber ve yekê divê ew der bê paqijkirin.”   ‘EW DER BÛYE CIHE KÊŞANA TIRYAKÊ’   Welatiyê bi navê Sînan Aktaş jî li dijî paqijnekirina jêrebihûrê ne razîbûna xwe nişan da û wiha axivî: “Ev der bûye cîhê kêşana tiryakê û tiryakkêş şev jî li wir dimînin, em ditirsin li vê jêrebihûrê bi kar bînin. Ew der di nava gilêş de maye û nayê paqijkirin. Divê berpirsyar karê xwe bi cih bînin û ew der bê paqijkirin û lênihêrîn.”